Jin aboriyê pêş dixin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 00:20

ŞÊRÎN MIHEMED / NÛJINHA / QAMIŞLO

Aboriya jin; li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji wan saziyên ku roleke girîng di pêşxistina aboriya herêmê de û bi taybetî jinan de dilîze ye. Derfetên kar ji gelek jinan re çêbûn ku aboriya xwe ya taybet bi riya projeyên curbecur û berhemdar ava bikin. Ji bo zanîna girîngiya aboriya jinan û projeyên ku li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî bajarê Qamişlo rêvebera aboriya jin de Lema Xelîl got:"Projeyên me yên niha firin û projeyên komînal ên biçûk li gundan in. Ji wan nanê sêlê û tenûrê ye her wiha projeyên çandiniyê jî hene. Di her projeyê de sîstemeke hundirîn heye ji bo kar baştir were kirin. Armanca van projeyan avakirina aboriyeke taybet ji bo jinan e ji bo ku alîkariya malbata xwe û xizmên xwe bikin. 4 projeyên nan li Tirbespiyê hene. Projeya çandiniyê li gundekî nêz jî heye ku 20 jin tê de kar dikin. Jin li wê derê bi tena xwe bêyî alîkariya tu kesî erdên xwe diçînin û berhemên xwe radikin."

Lema Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Divê jin dest ji karên xwe yên çandiniyê bernedin û xwe bi pêş bixin, ji ber ku gaveke girîng e. Her dem em diçin serdana komînan, ji bo em hinek jinên dixwazin di projeyan de kar bikin bibînin. Her wiha carna em pêşniyarên jinan der barê projeyên nû de digrin û li ser kar dikin da ku weke gaveke kar ji bo wan be. Her wiha em hewl didin alîkariya jinên ku sewalan li gundan xwedî dikin bikin bi riya vekirina projeyên taybet. Wekî din jî em hewl didin bazaran ji jinên ku berhemên şîr difroşin re vekin ji bo parastina wan ji sermaya zivistanê û germa havînê bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.