Jin aboriyê de jî pêşeng in

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:41

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Jin bi Şoreşa Rojava re tevlî jiyana siyasî, civakî, leşkerî û aborî bûn. Aboriya jinê yek ji destkeftiyên şoreşê ye. Li Dêrik, Tirbêspiyê, Girkê Legê, Amûdê, Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Şedadê, Til Temir, Kobanê, Şehba, Tebqa û Reqayê li kooperatîfa çandiniyê nêzî 63 hezar hektarê de 500 jin dixebitin û bi malbatan re hejmar zêde dibe. Di projeyên kooperatîfê yên cuda yên mîna firin, restoran, terzîxaneyan de jî 131 jin cih digirin. Di 78 kooperatîfan de zêdeyî 631 jin cihê xwe digirin. Ji van kooperatîfan 51 kooperatîfên çandiniyê ne, 2 yên konserve ne, 25 jî yên dikan û firinê ne. Berdevka Aboriya Jinê ya Kongra Star Gulê Mûrad qala girîngiya aboriya jinê kir.

Êrişan nekarî pêşiya jinê bigre

Gulê Mûrat destnîşan kir ku aboriya jinê bi rengekî fermî di sala 2015’an de hate rêxistinkirin û got: “Jin êdî projeyên xwe diafirînin, kooperatîfan ava dikin. Bi aboriyê re pêşî girtina li pêla koçê jî di nava armancên me de bû û ev armanca xwe me pêk anî. Bi kooperatîfên çandiniyê re me girêdana wê ya bi xakê re xurt kir. Em nikarin bêjin ku me xwe gihand hemû jinan û aboriyeke bê hempa afirandiye, lê gavên mezin hatine avêtin.” Gulê Mûrat diyar kir ku ew dixwazin xwe bigihînin hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:“Beriya şoreşê jî jinên xebatkar hebûn, lê ji rayedartiya dewletê derbas nedibû. Di pencê zihniyeta mêrê desthilatdar de bû. Niha jin mîna her qadê di qada aboriyê de jî xwedî gotin e.” Gulê Mûrad diyar kir ku kooperatîf par hatin xurtkirin; li Şedadê, Til Temir, Hesekê, Dirbêsiyê û Cizîrê bîrên avê hatin vekirin û got:“Nêzî 8 hezar darên fêkî hatin çandin. 25 firin û dikanên heyî hatin xurtkirin. Ji bo alîkariya bi aboriya malbatan re, kooperatîfên çandiniyê li cihên guncav hatin rêxistinkirin. Dewreya perwerdeyê hat vekirin.” Gulê Mûrad anî ziman ku dewleta Tirk krîza aboriyê jî armanc dike û got:“Weke aboriya jinê hingî ku êriş zêde dibin, em alternatîfan diafirînin. Ji bo parastina destkeftiyê jinê, em hewl didin kooperatîfên xwe li gorî şert û mercên şer bixin meriyetê û pêş bixin. Tevî êrişên piralî, ji bo pêşketina aboriyê û bi pêşengiya jinê ji civakê re bi sûd bibe, em ê hewldanên xwe bidomînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.