Jibîrkirin xiyane te

Sêşem 29 Kanûn 2020 - 01:54

  • KCK: Komkujiya Roboskî wê neyê jibîrkirin. Jibîrkirin xiyanet e. Ji ber vê yekê em ê ne ji bîr bikin ne jî bidin jibîrkirin. Bi azadkirina Kurdistanê em ê xwedî li wan derkevin. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rasthatina salvegera 9’an a Komkujiya Roboskî daxuyaniyek da. KCK´ê, ”Ev dewleta qirker, mêtinger û serkêşê dijminatiya li Kurdan, delweteke welê ye ku mirovên qetil dike, sûcdar dike. Yan jî zextê li malbatên qurbaniyan dike. Ji bo Roboskiyiyên, wê ew qetil kirine, kesekî bi tenê jî nehatiye cezakirin. Lê belê malbatên ji Roboskiyê ji ber ku dev ji doza xwe bernadin, li ber deriyên qereqolan û dadgehan tên cezakirin.”

KCK’ê got, ”Beriya niha bi 9 salan 34 zarok û ciwan ên ji Roboskiyê bi balafirên şer hatin qetilkirin. Em van 34 mirovên xwe bi rêz û minetdarî bi bîr tînin ku bedena wan hate parçekirin û li hêstiran hatin bargirtin. Em soza xwe ya ji bo afirandina Kurdistana Azad dubare dikin ku li ti devera wê sînor nebe, sînorên lê bêwate bibin û mirovên me dema ku ji devereke Kurdistanê çûn devereke din, neyên kuştin.”

HPG´ê weke berpirs îşaret bi rayedarên dewleta Tirk kir û got, ”34 zarok û ciwan bi fermana Tayyîp Erdogan hatin kuştin. Ji ber vê yekê ti lêpirsîn li ser mijarê nehate kirin; kes nehate cezakirin. Bi rêya vê komkujiyê hewl dan ku çavê gelê Kurd bitirsînin. Erdogan kujerekî bêexlaq, bêwijdan e, ti nirxekî mirovahiyê pê re nîne. Fermana bi dehan komkujiyên bi vî rengî daye. Sala 2006’an dema ku li Amedê gel rabû serhildanê digot, ‘zarok jî bin jin jî bin çi pêwîst be wê li dijî wan bê kirin’. Piştî van gotinan gelek zarok hatin qetilkirin.”

KCK´ê helwêsta dewleta Tirk a beramberî Kurdan bi kurtî wiha rave dike: ”Li Bakurê Kurdistanê kuştina Kurdan ji bo xwe weke mafê serweriyê dibîne. Li Rojava, Başûrê Kurdistanê û Şengalê di encama êrişên hewayî de bi sedan jin, zarok, extiyar ên Kurd hatin kuştin. Dewleta Tirk dewleteke welê ye ku Kurdan dikuje, qetil dike. Her kes pê zane siyaset û dîplomasiya xwe bi temamî li ser dijminatiya li Kurdan ava kiriye.

Ev dewleta qirker, mêtinger û serkêşê dijminatiya li Kurdan delweteke welê ye ku mirovên qetil dike, sûcdar dike. Yan jî zextê li malbatên qurbaniyan dike. Ji bo Roboskiyên qetil kiriye, kesekî bi tenê jî nehatiye cezakirin. Lê belê malbatên Roboskî ji ber ku li pey doza xwe ne, li ber deriyên qereqolan û dadgehan tên cezakirin.”
KCK di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd dike: ”Divê gelê Kurd komkujiya Roboskî ji bîr neke. Divê dest ji vê komkujiyê bernede. Hesabpirsîna ji vê komkujiyê beriya her tiştî bi xurtkirina têkoşîna demokrasiyê û azadkirina gelê Kurd dibe. Li dijî vê desthialtdariya ku komkujiya Roboskî kir û da kirin, têkoşîn neyê xurtkirin, polîtîkaya bêcezahiştinê wê dewam bike, Kurd jî wê timî bên kuştin.

Komkujiya Roboskî wê neyê jibîrkirin. Jibîrkirina bêexlaqî ye. Jibîrkirin bêwijdanî ye. Jibîrkirin xiyanet e. Ji ber vê yekê em ê ne ji bîr bikin ne jî bidin jibîrkirin. Bi azadkirina Kurdistanê, bi azadkirina gelê Kurd em ê xwedî li wan derkevin. Kujerên mêtinger qirker wê teqez di nava xwînê de bifetisin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.