Ji zindanê peyama 25'ê Mijdarê

Nûçeyên Jin

Çarşem 25 Mijdar 2020 - 14:39

  • Peyama jinên girtî ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat weşandin. 

Siyasetmedarên jin ên li Zindana Kandira ya Kocaeliyê girtî, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Jinan, peyam şandin. Peyama jinên girtî ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat weşandin. 

Hevserokê HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag got: "Berxwedana jinê ya ku kolanan azad dike, di vê 25'ê Mijdarê de jî wê rêyên nû deyne pêşiya me."

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel jî got: "Di 25'ê Mijdarê de em careke din piştevaniya jinan mezin dikin. Em, sîstema kapîtalîst a bi serweriya mêr ku li me tê ferzkirin red dikin, ji bo paşeroja xwe xwe bi rêxistin dikin."

Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak got: "Em jin li girtîgehan, li derve, li her qada jiyanê li dijî zext û tundiya mêr me li ber xwe da, em li ber xwe didin."

Hevşaredara Dersimê ya berê Edîbe Şahîn: "Hêza ku pêşî li her cûre tundiyê bigire, wê bi sekna me ya rêxistinbûyî be."

Parlamentera HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel jî got: "Yên ku zor û zehmetiyan ji holê rakin jin in. Di vê mijarê de em bi hêvî ne, wêrek in û em ê teqez bi ser bikevin."

Parlamentera HDP'ê ya berê Gulser Yildirim jî dibêje: "Rabûna li ber tundiya li jinê jî rabûna li ber her cûre qirêjiyên jiyanê ye."

Parlamentera HDP'ê ya berê Aysel Tûglûk jî dibêje: "Yek ji sedemên dîlgirtina me ew e ku em li ber tundiya li dijî jinê radibin."

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.