Ji zindanan du kitêbên nû

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 7 Mijdar 2021 - 23:41

  • Vê mehê du kitêbên ji hepsên Tirkiyeyê hatin weşandin. 

MIHEME PORGEBOL

Vê mehê du kitêbên ji hepsên Tirkiyeyê hatin weşandin. Yek ji wan Telebe ya Delîl Payîz e, ya din jî kitêba kurteçîrokan a Menaf Osman a bi navê Sol e. Weşanên Aryenê kitêbên van zindaniyên dehên salan weşandin. 

Telebe: Delîl Payîz

Telebe kitêba yekê ya Delîl Payîz e. Ew ji sala 1999’an ve ji zindaneke Tirkiyeyê sirgûnî ya din tê kirin. Wî sala 2009´an di Çalakiyên Wêjeyê yên Huseyin Çelebî de xelata kurteçîroka herî baş wergirt. Ew niha li hepsa Izmîr Bucayê ragirtî ye. Di kitêba kurteçîrokan Telebe de "Kevir", "Hecî Mozo", "Telebe", "Evîneke Porspî", "Dorevanê Agir", "Lêgerîn", "Bênavkes", "Aram" û "Diya min" hene. Kitêb esas bi nakokiyên di navbera jiyana civakî û jiyana hundir a ferd re dadikeve. Carinan uslûbeke mîzahî jî tê de heye. Rêdûr Dîjle edîtoriya berhemê kir.

Sol: Menaf Osman

Menaf Osman jî ji bo kitêba Sol xwe 16 kurteçîrok nivîsîne. Menaf Osman esas jeolog bûye, beriya ku tevlî nav refên gerîlayên azadiyê bibe. Ew ji sala 1993’yan ev li Tirkiyeyê hepsî ye û cezayê muebedê lê hatiye birrîn. Ew bi çavê karakterên di kurteçîrokên xwe de li rastiya Kurdistanê dinihêre. Menaf Osman beriya niha jî kitêbên kurteçîrokan weşandibûn "Şînok" û "Silava Bajariyan". Kurteçîroka sereke ya di Şînokê de yanî Şînokê, di Çalakiyên Wêjeyî yên Huseyîn Çelebî de xelata kurteçîroka herî serketî wergirtibû. Wî wekî din romanên "Girê Şêran", "Namûsname", "Piling - Şoreşname 1", "Sînor", "Lênûska Leyla" û "Cuhû - Sêbareya Zindanê 1" jî nivîsandine.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.