Ji zarokên Efrînê strana ‘Perperîk’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Hezîran 2023 - 02:53

Koma Zarokan a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê klîpeke nû bi navê “Perperîk” derxist.

Stran ji aliyê Koma Zarokan a girêdayî Tevgera Hîlal Zêrîn a hêrema Efrînê ve hatiye gotin, awazên wê jî hunermend Ferhad Elûş çêkirine. Derhênera klîpê jî Ronahî Şêxo ye. Kom ji 30 zarokan pêk tê.

Ji 21`ê Adara 2022`yan de dest bi amadekirina stran û klîkpê hatiye kirin. Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê, xebat hatibûn rawestandin. Lê piştre di 14`ê Gulana 2023`yan de amadekariyên klîbp dewam kirin û kişandina wê bi dawî bû. Montaja wê jî di 1`ê Hezîranê de qediya.

Dîmenên klîpê li gundê Til Sosîn, navçeya Ehdas û Kampa Serdem ên kantona Şehbayê hatine girtin.

Gotinên stranê li ser zarokan û têkiliya wan a bi xwezayê re ye. Tê payîn ku klîp li ser tevlevîzyonên kurdî û malpera Hîlala Zêrîn bê weşandin.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.