Ji Zarok TV’yê nemînin!

Yekşem 19 Kanûn 2021 - 22:21

  • Zarok TV´yê dest bi weşana xwe ya nû kir û ji bo weşana bi kalîteyeke baştir jî bi guhertina frekansê weşana xwe wê bidomîne. 

Zarok TV´yê dest bi weşana xwe ya nû kir û ji bo weşana bi kalîteyeke baştir jî bi guhertina frekansê weşana xwe wê bidomîne.  

Televîzyona zarokan a kurdî, Zarok TV li ser peyka TURKSAT 3A/4A weşana xwe dike, bi weşana xwe ya nû re ew ê bi frekanseke din weşana xwe bidomîne. Midûrê Giştî yê Zarok TV'yê Farûk Korkmaz têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, ew ê ji 1'ê Çileyê 2021’ê û şûn ve, li peyka TURKSAT 3A/4A bi frakanseke nû weşana xwe bidomîne. Korkmaz, destnîşnan kir ku bi vê guhertina teknîkê, zarokên Kurdan di kalîteyeke baştir karibin li Zarok TV temaşe bikin. 

Bi guhertinên otomatîk yan jî manûel, Zarok TV ji van Frekansên nû wê sala nû weşanê bike: 

 Frekans: 12685 MHZ
 Sembolrate: 30000
 Polarîzasyon: Tîkane (Vertical) 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.