• KCK: Êdî ne bi gotinên şermok, bi rengekî xurt her kes bila rastiyê destnîşan bike. Em neçar in ji xiyanetê re bibêjin xiyanet. Eger em karibin vê bikin, karibin ji xiyanetê re bibêje xiyanet û helwêstê nîşan bidin, hingî em ê karibin pêşî li ketin û felaketên mezin bigirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî êrişa çekdarî ya li dijî Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek da. Di vê êrişê de li Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vê daxuyaniyê bang li gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk jî dike. KCK´ê dibêje, "Herî dawî li Silêmaniye û Hewlêrê êriş hatin kirin. Beriya du rojan jî li Rojava û Şengalê êriş pêk hatibûn. Di encama van êrişan de şehadet çêbûbûn. Li aliyê din dewleta Tirk jixwe li dijî tevgera me û gerîla bi rengekî bê navber êrişan dike. Gerîla li dijî van êrişên dewleta Tirk li ber xwe dide. Di şexsê kesên ku di van êrişan de şehîd bûn, em şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi hurmet û minetdariyeke mezin bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi têkoşîn û bibîranîna şehîdan re dubare dikin. Gelê Kurdistanê yê welatparêz wê teqez ji dijmin û xayinên bi dijmin re tevdigerin, hesabê van hemûyan bixwaze.

Derdê wan xwarina ji çend bajaran e

Barzanî, bi temamî angajeyî siyaseta dewleta Tirk bûne. Ti armanc û fikareke Barzaniyan a ji bo Kurdistanê nîne. Di oxira xwarina nimetên çend bajaran temamiya Kurdistanê ji bo wan amûreke ji bo bazarê ye. Eger ne bi vî rengî bûya, eger derdê wan Kurdistan bûya, ma wê Hakan Fîdan hembêz bikirana? Hakan Fîdan kujerek e. Her roj hesabê wê yekê dike bê çawa dikare hîn bêhtir Kurdan bikuje. Barzanî kujerekî bi vî rengî hembêz û pêşwazî dikin, bi wî re dibin hemhal. Ev rewş têrê dike da ku mirov li rastiya Barzaniyan serwext bibe.

Xema Barzaniyan yekîtî nîne

Êriş li Hewlêrê li dijî buroya KNK'ê hate kirin û di encamê de Nûnerê KNK'ê yê Başûr hevalê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû. KNK ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan di nava hewldaneke girîng de ye. Dema dawî di vê mijarê de karên gelekî girîng kirine. Yek ji van jî û ya herî girîng di salvegera sedemîn a Peymana Lozanê de li bajarê Lozanê lidarxistina konferansê bû. Lê belê Barzanî tevlî vê civînê nebûn. Ji ber ku derd û armanceke Barzaniyan a ji bo yekîtiya Kurdan nîne. Berevajî vê, ji qirkirina Kurdan xwe xwedî dikin. Ne bi gotinên şermok, bi rengekî xurt divê êdî herkes rastiyê destnîşan bike. Em neçar in ku ji xiyanetê re bibêjin xiyanet. 

Êriş ji bo çavtirsandinê ye

Êrişên li dijî Silêmaniyeyê ji bo çavtirsandina xelkê Silêmaniyeyê ye, ji bo belavbûna dewleta Tirk û MÎT'ê li herêma Soran e, mîna li herêma Behdînanê, hewldaneke ji bo tevlîkirina YNK'ê bi têkiliyeke hevkariya bi dewleta Tirk re ye, mîna ku PDK dike. Ji ber ku xelkê welatparêz ê Silêmaniyê û herêma Soran, heta niha dest ji helwêsta xwe ya welatparêz berneda, êrişeke nû li dijî hatiye kirin. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Baweriya me tam e ku xelkê herêma Soran û Silêmaniyê wê helwêsta xwe ya welatparêz dewam bike, ji vê yekê gumana me nîne. Li dijî van êrişan beriya her kesî divê xelkê li herêma Soran û Silêmaniyê helwêstê nîşan bide.

Li dijî xiyanetê helwêstê nîşan bidin

Em van êrişên ku dewleta Tirk bi destê xayinan kirine, bi tundî şermezar dikin. Divê êdî her kes li hemberî xiyanetê helwêsteke xurt û şênber nîşan bide. Yekane rêya rawestandina vê siyasetê û têkbirina vê konseptê, pêşîgirtina li xiyanetê ye. Eger rêxistinên Kurd ên welatparêz, partî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend li dijî xiyanetê helwêsteke xurt û darîçav nîşan bidin û gelê Kurdistanê helwêsteke xurt destnîşan bike, hingî wê pêşî li xiyanetê hatibe girtin, hatibe bisînorkirin û bêbandorkirin. Em vê banga xwe careke din dikin, li welat û derveyî welat, gelê me bila dakeve meydanan, li dijî xiyanetê nerazîbûneke xurt nîşan bide, em bang li partî, rêxistin, sazî û kesayetan jî dikin da ku pêşengiyê ji vê yekê re bikin."

BEHDÎNAN