Ji xirabî û dagirkeriyê diparêzin
În 17 Çile 2025 - 03:30
Berxwedana şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, dewam dike. Jinên nobedar ên ji kantona Tebqayê helwesta xwe nîşan da. Salî Esaf anî ziman ku bendav a wan e, ew dest jê bernadin û got:“Em wek jinên Kurd û Ereb li vir berxwedana şervanên QSD’ê jî silav dikin. Ev 7 sal e piştî rizgarkirina herêma me di nava ewlehî û aramiyê de dijîn. Me hemû mafên xwe bi dest xistine, em ê heta dawiyê li ser pêyan bin.” Barîn Memo da zanîn ku ew bi têkoşîna gel, israr û îradeya wan a parastina bendavê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dûrî herêmên xwe dixin. Necla El Îsa destnîşan kir ku Bendava Tişrînê jêdera av û kehrebeyê ye ji bo herêmê, ew li wir parastina wê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker dikin û got:’’Em ê her di nava berxwedanê de bin.” Leyla El Ebid diyar kir ku ew û şêniyên herêmê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker di nobedariyê de ne.
Mecida El Hisên jî got:“Ji ser bendava berxwedanê, bendava sûriyeyiyan ku bi destê sûriyeyiyan hatiye avakirin, em ê berxwedana xwe bidomînin. Em rê nadin ku dagirkerî vê bendavê xirab û dagir bike.”
ANHA/BENDAVA TIŞRÎNÊ