Ji wêneyên wan jî ditirsin

Pêncşem 13 Sibat 2025 - 02:43

Tabloya ku wêneyên şehîdên çapemeniya azad Gulistana Tara û Hêro Bahadîn li ser bû û navê wan li cadeyek navçeya Seyîdsadiqê hatibû kirin, ji aliyê hin destên tarî ve hat xirakirin û şewitandin. Roja 10’ê Sibatê bi tevlîbûna gelek rojnamevan û çalakvanên siyasî li ser rêya nêzîkî navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê wêneyên Şehîdên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li cihê lê şehîd bûbûn hate danîn û ji bo ku tim bên bîranîn navê ‘Cadeya Rojnamevanên Şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn’ li cadeyê hat kirin. Li gor agahiyên Rojnewsê, tabloya ku wêneyên her du şehîdan li ser bû, hatiye xirakirin û piştre jî hatiye şewitandin. Hêjayî bibîrxistinê ye 23’yê Tebaxa 2024’an di encama êrişeke balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagiker ya li Seyîdsadiq a Silêmaniyê karwanê rojnamevanan bû hedef û di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn û gelek rojnamevan birîndar bûn.

ROJNEWS/SEYDSADIQ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.