Ji vekişînê ber bi fermandariyê 

Pêncşem 5 Çile 2023 - 00:29

  • HPG'ê Denîz Pîr (Saît Ergul) bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em ê bi rengekî rast xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Denîz derkevin û wezîfeya şoreşê ya ku radestî me kiriye, teqez bi cih bînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku fermandar Denîz Pîr şehîd bûye û got; “Hevrêyê me Denîz Pîr salên dûr û dirêj di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi duristî, pakbûn, dilsoziya bi nirxên azadiyê û baweriya ku da hevrêyên xwe, fermandarekî fedaî yê Apoyî bû. Fermandar Demîz Pîr di 21'ê Gulana 2021'ê de li Qendîlê di encama qezaeykê de ji zinarekî kete xwarê û şehîd bû.

HPG derbarê jiyan û tekoşîna fermandarê şehîd Denîz Pîr de jî agahiyan dide û dibêje,

 

Bi destanên lehengên Serhedê mezin bû

“Hevrêyê me Denîz li gundekî li quntarê Araratê ji dayik bû, bi destanên wan lehengan mezin bû ku ji bo azadiya gelê xwe şer kirin û di vê oxirê de berdêlên giran dan. Hevrêyê me Denîz gava çû metropolên Tirk, heta astekê xwedî hişmendiya Kurdîtiyê bû, haya xwe ji têkoşîna hêza pêşeng a gelê me PKK'ê hebû, li cihê ku lê ma û kar kir, ji ber nêzîkatiyên nijadperestî yên li gelê me, kete nava lêpirsîneke kûr. Vê lêpirsînê kir ku hevrêyê me Denîz têkoşîna me ya azadiyê bêhtir ji nêz ve nas bike. Gava ku ji neçarî leşkerî dikir jî bi wê rastiyê hesiya ku ev nêzîkatiyên nijadperest ên li hemberî gelê me, polîtîkaya dewletê ye. Lewma hîn di dema leşkeriyê de li hemberî dewleta Tirk a qirker gelekî bi hêrs bû û xwest tevî komek ji hevalên xwe ji leşkeriyê bireve û tev li nava refên gerîla bibe, lê belê ji ber sedemên cuda nekarî vê armanca xwe pêk bîne. Hevrêyê me Denîz bi dilsoziya bi armanca xwe re, piştre bû milîtanekî pêşeng, li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me hate kirin û li hemberî komkujiyên li her derê li ser gelê me tên kirin, 15'ê Tebaxa 1999'an li Dersimê tev li nava refên gerîla bû.

 

Zindan ji xwe re kir dibistan

Di rojên destpêkê yên gerîlatiyê de ku bi fermana Rêberê me ji Dersimê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rê ket, di vê pêvajoyê de di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker de tevî komek ji hevrêyên xwe dîl kete destê dijmin. Di pêvajoyeke welê de ku hîn ê nû dest bi gerîlatiyê kiribû û ji bo xwe weke jinûve vejînê pênase dikir, dîlketina destê dijmin gelekî bi zora hevrêyê me Denîz çû. Lê belê ev yek ji bo xwe kir hinceta mezinkirina têkoşînê. Qada zindanê ku 5 salan lê hate girtin, ji bo xwe kir akademiya destpêkê ya perwerdeyê, rastiya Rêber Apo û PKK'ê yekemcar li zindanê bi kûrahî hîn bû. Gava ku li zindanê bû, xwe ji bo jiyana gerîla ya têr û tijî amade kir. Ji bo her kêliyê bi rengê gerîla bijî kete nava hewldanan, ked da. Hevrêyê me Denîz xwe ji aliyê îdeolojîk û teorîk ve şareza kir, bi sebreke mezin li benda wê rojê ma ku careke din tevlî nava refên gerîla bibe.

Sala 2005'an piştî ku ji zindanê derket careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji bo bersiveke bi wate bide dijmin bi taybetî li benda roja 15'ê Sibatê sekinî, roja ku Rêberê me bi komployeke navneteweyî dîl kete destê dijmin, beşdarî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava gerîla bû demeke dirêj li qada Kelareşê gerîlatî kir. Piştre tevlî perwerdeya Ocaxa PKK'ê bû, li vê derê derfet dît ku hem pratîka xwe ya demdirêj a li zindanê û gerîla binirxîne hem jî di çarçoveya vê lêpirsînê de rastiya Rêbertî û Partiyê baştir fêhm bike. Piştre demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kar kir û dûre sala 2012'an derbasî herêma Amanosê bû. 

 

Hevrê Denîz di qezayê de şehîd bû

Hevrêyê me Denîz piştî pratîka serketî ya li Amanosan vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi saya pratîka xwe ya serketî, sekna milîtanî û dilsoziya bi xeta şehîdan û Rêbertiyê re, bawerî da hevrêyên xwe hemûyan, weke kadroyekî girîng ê PKK'ê tevlî gelek karên krîtîk ên hesas û bi berpirsyariyeke mezin rabû. Di her karî de bibîranîna hevrêyên şehîd û felsefeya Rêber Apo ji xwe re kir rêber, têkoşîna şoreşgerî bi dilnizmiya derwêşî û pakbûna xwe bi rengekî serketî dewam kir. Dema ku li ser vî bingehî wezîfeya xwe dikir, 21'ê Gulana 2021'ê bi qezayê şehîd bû û tevlî nava karwanê şehîdan bû.

Bi navê hevrêyên wî em dibêjin, bi rengekî rast em ê xwedî li bibîranîna hevrêyê xwe Denîz derkevin, wezîfeya şoreşê ya ku radestî me kiriye, teqez bi ser bixînin. Bila serê malbata wî ya hêja, serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."

Agahiyên derbarê nasnameya fermandarê şehîd de wiha ye;

Denîz Pîr (Saît Ergul) ê li Agiriyê jidayîk bûye, 21’ê Gulana 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.