Ji TJK-E’yê nameyên ‘Azadiya Ocalan’

Şemî 1 Hezîran 2024 - 00:34

DELAL AKYUZ / MA / AMED

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku bi çarçoveya çalakiyên “Hezar jin, yek deng” de zêdetirî 7 hezar name ji CPT’yê re şandine û got: “Em ê plansaziya çalakiyên xwe yên tebax û îlonê di rojên pêş de eşkere bikin.” 

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) 4’ê Nîsanê tev li çalakiya “Hezar jin, yek deng” bû. Bi çarçoveya çalakiy 19’ê nîsanê kampanyaya şandina nameyan a ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hate destpêkirin. 

TJK-E plan girêdaye ku bernameya çalakiyên xwe yên mehên tebax û îlonê jî meha hezîranê ragihîne. Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan têkildarî mijarê axivî. 

Dewletên cîhanê bêdeng in 

Kaplan, diyar kir ku armanca ji tecrîdê ew e ku fikren Rêber Abdullah Ocalan di nava civakê de belav nebin û got,’’Nirxên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî tên binpêkirin. Ev tecrîd li şexsê birêz Ocalan nayê ferzkirin. Di esasê xwe de parçeyeke qirkirina li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin û ji bo tunekirina destkeftiyên Kurdan e. Mimxabin dewletên cîhanê jî bi bêdengiya xwe dibin şirîkê vî sûcî.”   

7 hezar name hatin şandin  

Bi domdarî Kaplan anî ziman ku bi çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” li gel rojên xwendinê, her wiha çalakiyên girseyî li dar xistine û wiha pê de çû: “Ji bo kampanya li tevahiya cîhanê belav bibe xebatên me didomin. CPT berpirsyartiya xwe bi cih nayîne. Em jinên Kurd dibêjin ‘azadiya Ocalan azadiya me ye.’ Ji gelek deverên cîhanê jin piştgiriyê didin çalakiya me. Me heta niha zêdetirî 7 hezar name ji CPT’yê re şandine. Em ê hêj bişînin. Di nameyan de tê xwestin ku CPT bêalî û serbixwe tevbigere. Ji ber ku bêdengiya li hemberî Tirkiyeyê tê wateya şirîkatiyê.” 

Ocalan jin li navenda têkoşînê danî

Kaplan, daxuyand ku Abdullah Ocalan bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” re ji bo jinên tune dihatin hesibandin perspektîfeke jiyanê afirandiye û got,’’Ocalan jin xist navenda têkoşînê û kir ku îradeya jinê derkeve holê û di nava civakê de cihê xwe bigire. Birêz Oalan, got heke wekheviyek çêbibe, ev yek bi azadiya jinê pêkan e. Bi birêz Ocalan re rêya azadiya jinê ya di nava rûpelên dîrokê de mabûn dîsa vebû. Ji ber ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Îro bi saya paradîgmaya birêz Ocalan jin ji hêla leşkerî, siyasî, aborî û hwd. ve xwe birêxistin dikin. Em jin, azadiya birêz Ocalan weke azadiya xwe dibînin.” 

Plansaziya çalakiyan 

Kaplan, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê plansaziya çalakiyên mehên tebax û îlonê çendek roj piştre eşkere bikin. Di dema kampanyayê de ji gelek welatan tevlibûnên girseyî çêbûn. Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin çalakî û xwepêşandanên me. Em ê vê gavê mezin bikin. Divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û birêz Ocalan jî ji hêla fîzîkî ve azad bibe.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.