Ji tirsa xwe tirsê ava dikin

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 10 Îlon 2024 - 00:42

Mijara azadîyê ji helwesta îdeolojîk serbixwe nikare weke têgîneke ser-îdeolojîk bê nirxandin. Têgihîştina azadiyê ya dîrokî, çandî, di heman demê de ji rewşa heyî veqetiyayî jî, mirov di jiyana wî de sînordar dike. Hebûna mirov a ku bi hêza hafizeya civakî ve girêdayî ye, dikare mohra xwe li dîrokê bihêle, her ku diçe biguhere û encax bi hişmendiyeke rast a azadiyê dikare wateyekê bi dest bixe. Dibe ku mirov vê lêgerînê bêdawî bike û bi çêkirina utopyayên bêsînor re bibe alîkar ji gerdûnê re.

Pergala şerê taybet metirsiya navneteweyî hildigire, di heman demê de weke kû xuya dike bingehek ji bo hevgirtinek gengaz a hemû gelan peyda dike. Û di vê nuqteyê de berê xwe dide eniya gel. Hedefa bingehîn a vê pergala şerê taybet jî rastiya gelê Kurd e.  Rastiya gelê Kurd di dîrokê ji ber erdnîgarîya xwe her tim bûye hedef. Dema nikare hebûna gelekî tune bike hewl dide wan têxe rewşek ku di nava xwe de pirsgirêkên wan hebin, çaresernebin, bêhêvî bin, ji hev nebawer bin. 

Şefên şerê taybet ên ku xwe di şeklê dewleta kûr de bi rêxistin kirine, bi vê dewleta kûr bi xwe re çeteyên xwe yên bêserûber pêş dixin. Mebest ji dewleta kûr; Ji dewleta rûerdê wêdetir, avabûna dewleteke veşartî, komplogerî, pir sosret û di bin perdeyeke ku têgihîştina wê jî zehmet be. Armanca şerê taybet ew e ku dema şerê çekdarî bê encam bimîne, xwe bihêz bike û bi rêbazên cuda ve xwe berdewam bike. Ev feraseta dîrokê ya ku di nava polîtîkayên şerê taybet ên faşîzmê de cihekî girîng digire, divê weke rengvedana faşîzma AKP-MHP’ê ya sîstematîk a faşîst û netewe-dewlet bê dîtin.

Weke ku di dîmenên dîrokî de jî tê dîtin şefên xwînmêj ku bi qirkirin û komkujiyan nikarin sûdê werbigirin, bi taktîkên şerê psîkolojîk bi bêhna xwînê xwe dejenere dikin. Komkujî, jenosîd dînamîkên bingehîn in ku çerçoveya mejiyê wan pêk tîne. Êrîşên wan li Rojava, Bakûr û bi taybetî jî li Başûrê Kurdistan li ser sîvîlan girêdayî heman feraset û hişmendîyê ye. Tirsa ji faşîzmê, an jî tirsa ji îdeolojî û pêkanînên faşîst, gelek caran bi encamên dîrokî û civakî ve girêdayî ye. Faşîzm îdeolojiya siyasî ye ku desthilatdariya otorîter, tepisandina muxalefetê û neteweperestiya xurt pêş dixe, carinan bi nijadperestî û biyanofobiyê re tê hev kirin.

Rejîmên faşîst bi tepeserkirina xwe ya hovane ya dijberên siyasî, sînordarkirina azadiya gotinê û çewsandina hindikayiyan têne naskirin. Ev nêzîkatî li dijî rêgezên demokratîk û mafên mirovan e. Rejîmên faşîst  hêza leşkerî û polîtîkaya derve ya êrîşkar giran dikin û bi êrîşên leşkerî hewl didin bandora xwe berfireh bikin. Nimûneyên derewên fermî yên dewleta tirk û derewên şexsî yên endamên desthilatîya xwînmêj ên ku ti sînoran nas nakin gelek in. Di nava atmosfereke tirsê de afirandina civakeke bê aram di endezyariya civakî ya faşîzmê de cihekî bingehîn digire. Ew balê dikişîne ser wê yekê ku  tegihiştina bingehîn a hem dijber û hem jî alîgirên wî tirs e. Ji bo ku muxalifên xwe ji têkoşîna demokratîk dûr bixe û bêbandor bike pêwîst e xwe ji hêza xwe xurtir nîşan bide. Ew piştrast dike ku alîgirên wî fem dikin ku ew di bin xeterek berdewam de ne û bêyî desthilatdariya faşîst dê jiyana civakî hilweşe. Ji bo vê jî amûrên şerê taybet bi awayekî berfireh bi kar tîne. 

Li cîhanê tu hêz nikare gelên yekgirtî û rêxistinkirî têk bibe. Dewletên kolonyalîst û bi taybetî jî Komara Tirk vê rastiyê baş dizanin. Mînaka vê ya herî mezin şervanên azadîyê ne kû li Metîna, Zap, Avaşîn, Garê û Zagrosê li ber xwe didin û li hemberî şefên xwînmêj ku timî digotin "Me PKK qedand" wek rojê şewq didin. Divê neyê ji bîr kirin ku tarîtî bi tîrêjên rojê tên tunekirin. Paradîgmaya Apoyî ya ku wek rojê dibiriqe û gelên cîhanê li dora xwe kom dik, her weha berxwedana gelên azadîxwaz jî tirsa wan ya herî mezine.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.