Ji Tirkan re serbest e Ji Kurdan re qedexe

Çarşem 15 Kanûn 2021 - 22:27

  • PDK cenazeyên şehîdan nade malbatan, red dike bi dayikan re bipeyive, û doh jî êriş bire ser ciwanên destekê didin dayikan. PDK gava dijmin bi ser Kurdistanê de digirin derî vedike, gava dost doza heq dikin, êrişî wan dike.   

Hêzên ser bi desthilata Hewlêrê, sînorên xwe ji hêzên dagirker ên mîna dewleta Tirk vekirine, lê li kurdên ji Bakur û Rojava girtine. Heta Kurdên ji Bakur pena xwe gihandine rêveberiya Hewlêrê tên dersînorkirin. Dayikên doza cenazeyên zarokên xwe dikin tên red kirin. Doh jî hêzên PDK´ê êriş birin ser ciwanên ji Rojava ên xwepêşander. Dema nûçeya me dihat amadekirin, PDK´ê 2 jê bi giranî 15 kes birîndar kirin. Heta niha berxwedaneke hêzên PDK´ê li dijî dijminekî Kurdistanê ya bi vî rengî hîna nehatiye dîtin. 

Meşa Dirêj a TCŞ Rojava

Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan doh gihişt dergehê sînor ê Sêmalkayê. Li dergehê hêzên PDK'ê êrişî ciwanan kir, û di encamê de 2 jê bi giranî 15 ciwan birîndar bûn.

Meşa ciwanan bi dirûşma "Werin Cenga Azadiyê" beriya çar rojan ji Qamişloyê dest pê kiribû. Ciwan pêr êvarê gihiştibûn Girkê Legê û li wir xelkê ew bi girseyî pêşwazî kirin. Ciwanan doh meşa xwe dewam kir û di ser Xana Serê re xwe gihandin deriyê sînor ê Sêmalkayê. Lê li Sêmalkayê hêzên PDK'ê êrişî ciwanan kir.

Bi keviran, gazê û sîlehan

Nûçegihanê ANHA´yê ji devera êrişî da zanîn ku hêzên PDK’ê li dijî meşvanan kevir û gaz bi kar anîne û gule jî bera hewayê dane. Di êrîşê de 2 jê bi giran 15 ciwan birîndar bûn. Heta ku nûçeya me dihat amadekirin jî aloiya li deverê û êrişkariya hêzên PDK´ê dewam dikir. 

Armanca meşê

Ciwanan meşa xwe dikir da ku destûrê bidin çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalkayê. Li vir malbatên şehîdan dixwazin cenazeyên 5 gerîlayên hêzên PDK´ê li Xelîfanê 28-29´ê Tebaxê şehîd kiribûn bidin wan. Ciwanan bi meşa xwe ya dirêj hem bal birin ser teslîmnekirina cenazeyan û hem jî destek da nobetdarên çalakiyê yên ku ev 73 roj in çalakiya xwe dewam dikin.   

Çi qewimîbû?

Hêzên PDK’ê di 28-29’ê Tebaxê de li Xelîfanê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê komek gerîla xistibû kemînê û di encamê de 5 gerîla şehîd kiribûn, gerîlayek jî birîndar filitîbû û xwe gihandibû yekîneya xwe. Wekî din heta niha aqûbeta gerîlayekî din ê di komê de yê birîdar, nayê girtin û îhtîmal e, PDK´ê ew dîl girtibê.

Malbatên şehîdan û gelê Rojava ji bo PDK cenazeyên gerîlayan radest bike, ev 73 roj in li Sêmalkayê çalakiya konvedanê li dar dixin û heta niha bi hezaran kes çûye serdana konê çalakiyê û destek daye çalakiyê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan beriya bi çar rojan ji Qamişloyê dest bi Meşa Dirêj kir da ku destekê bidin vê çalakiyê. Ciwan doh gihiştin dergehê Sêmalkayê û rastî êrişa hêzên PDK’ê hatin.

DÊRIK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.