Ji tinekirinê ber bi hebûnê ve

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 03:25

Bi destpêka Şoreşa Rojava re, Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya li Kobanê ji tarîtiyê derbasî ronahiyê bû; di serî de navê wê yê berê 'Navenda Çandê ya Eyn El Ereb' bû û bi armanca tinekirina nasnameya çandî ya gelên herêmê hatibû avakirin. Lê paşê û piştî şoreşê, nav hat guhertin û ji bo bibîranîna hunermendê nemir Baqî Xido, navê wî li Navenda Çand û Huner hat kirin.

Li navendê gelek beşên hînkirinê hene. Di wan beşan de, keç û xortên herêmê, çanda ku nifşên berê jê bê par mane, fêr dibin. Ji wan beşan wênexêzkirin, muzîk, sînema û şano. Li navendê pirtûkxaneyek heye ku bi hezaran pirtûkên çandî hebûn lê di êrişa DAIŞ`ê li dijî Kobanê de sala 2014`an, bi hezaran pirtûk winda bûn.

Navenda Çand û Huner a Baqî Xido, xwedî girîngiyeke mezin e di warê huner de, ku bi hezaran şagirt ji beşên wênexêzî, şano, stranbêjî û govendê jê derdiçin û piştre jî ew şagirtên derçûyî dewreyên din bi rê ve dibin, lîstikên şanoyê dinivîsin û derhêneriyê dikin. Di nav koman de beşdarî mihrîcan û çalakiyên li herêmê li dar dikevin dibin.

 

Bipêşketina bi saya şoreşa Rojava

Hevserokê Navenda Çand û Huner a Baqî Xido, Osman Elî got, "Em hewl didin bi rêya vê navendê zarokên xwe fêrî çanda xwe bikin ku nifşên beriya wan, ji ber hişmendiya tundraw a desthilatê, jê bêpar mabûn. Lê belê îro nifşekî me heye ku êdî lîstikên şanoyê dinivîse û derhêneriya wan dike û pêşangehên wênexêziyê bi rê ve dibe û beşdarî wan dibe. Heger em bala xwe bidinê, em ê nas bikin ku ev bipêşketin bi saya Şoreşa Rojava ne tevî ku hîna em di destpêkê de ne."

 

Di dema Beesê de çalakî bi dizî bûn

Osman Elî bal bire ser êrişên li dijî herêmê, got ew di serî de çanda wê herêmê dikin armanc da ku reh û koka wê tine bikin. Osman Elî li ser meselê wiha dewam kir: “Li dijî Kobanê bi taybetî jî gelek êriş pêk hatin, di dema desthilatiya Beesê de me çalakiyên xwe yên hunerî bi dizî dikirin û metirsiya desteserkirinê li pêşiya her hunermendî bû, lê belê îro me ev zehmetî li pey xwe hiştin û êdî çanda me jî bûye xwedî rengekî taybet."

 

Şoreşê pîlanên Beesiyan têk birin

Di dema desthilatiya hikûmeta Şamê de li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido panelên îdeolojîk dihatin lidarxistin, endamên Beesê fikrê şagirtên ku ji bo xwendinê berê xwe didan navendê, winda dikirin. Lê belê Şoreşa Rojava, ev pîlana Beesî ya ji bo guhertina nasnameya çandî ya herêmê têk bir û êdî navend rizgar bû û çalakiyên wê yên hunerî û çandî dûrî siyasetê tên lidarxistin.

Derbarê projeyên siberojê yên navendê de Osman Elî got, ew amadekariya çalakiyên destpêka havînê dikin ku pirraniya wan pêşangehên wênexêzî û hunerê şêwekariyê ne. Komên navendê wê beşdarî van çalakiyan bibin. Osman Elî da zanîn ku navend amadekariyan dike da ku klîpeke taybet a Koma Botan çêke. Navend di navbera endamên berê û nû, yên li derve û hundir de koordînasyonê jî dike ji bo ku stran bi ser keve.

ANHA/KOBANÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.