Ji tevahî ciwanan re bû mînak

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:24

HPG'ê ragihand ku Viyan Helo ya ji Rojhilatê Kurdistanê di 21'ê Nîsanê de şehîd bûye û got:"Ew ê her tim bi kesayetiya xwe ya durist, fedekar û dildariya xwe ya ji bo azadiyê were bîranîn û bîranîna wê dê bibe sedema me ya têkoşînê." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:“Hevrêya me Viyan Helo di 21'ê Nîsana 2024'an de li herêma Qendîlê şehîd bû. Jina dilêr a Rojhilatê Kurdistanê, milîtana Apoyî ya bi nirx hevrêya me Viyan Helo, mîna şexsekî ku bi nirxên xwe yên neteweyî ve girêdayî, têkoşîna gelê me ya li tevahiya Kurdistanê weke têkoşîna xwe dît. Hevrêya me ku nasnameya milîtaniya PAJK'ê bi serbilindiyeke mezin hilgirt û bi layiqî pêk anî, di heman demê de bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê re, bûye navê bersiva herî rast a li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr. Weke hevrêyên wê em pêşî sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêya me Viyan Helo û bi taybetî ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz û gelê Rojhilatê Kurdistanê re dixwazin. Em soz didin ku em ê bîranîna bi nirx a hevrêya xwe Viyan di xeyala wê ya Kurdistana azad de zindî bihêlin.

Hevrêya me Viyan li bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2015’an de ji herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ku di heman demê de ji bo pratîkkirina fikra civakîbûna azadiyê ku ev fikir di destpêka tevlîbûna têkoşînê de bi dest xist, gelekî hewl da û rêxistinbûna jin û ciwanan weke girîngtirîn xebata xwe qebûl kir. Girêdayî vê yekê demeke dirêj di van xebatan de cihê xwe girt û ji bîli serkeftinên girîng ên bi dest xistine jî di warê rêxistinî û îdeolojîk de tecrûbeyên gelek girîng bi dest xistin. Bi sekna xwe ya diyar a li ser xeta azadiya jinan di nava refên PKK û PAJK’ê de bû milîtaneke mînak. Hevrêya me Viyan wê tim bi kesayeta xwe ya dirust, fedekar û azweriya xwe ya ji azadiyê re were bibîranîn û wê bîranîna wê ji me re bibe egera têkoşîna zêdetir.’’

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me wiha ye:

Viyan Helo (Îlham Saedmucîşî), li Kamyaran jidayîk bûye, 21’ê Nîsana 2024’an li Qendîl şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.