Ji stûnên tifaqa Kurd û Ereban bû

Şemî 12 Mijdar 2022 - 01:42

Hevserokê Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser, Şêx Himêdî el-Deham el-Hadî pêr li Hewlêrê wefat kir. Ew ji bo projeya Rêveberiya Xweser bi roleke erênî ji destpêka şoreşê ve rabûbû. Wî bi hevkariya bi Rêveberiya Xweser re li ber wê yekê vekiribû ku Erebên Şemar karibin xwe li hemberî êrişên hêzên qirker ên weke DAIŞ´ê xwe biparêzin. 

Şêx Himêdî el-Deham el-Hadî 86 salî wefat kir. Wî destek da şoreşa 2011´an û wî red kiribû ku di dema êrişên rejîmê yên sala 2004´an de yên li dijî Qamişloyê de eşîra wî cihê xwe bigire. 

Wî di destpêka şoreşa 2011´ê de destek da daxwazên gel, lê xwe dûrî aliyên bi destê dewleta Tirk û Qeterê tevdigeriyan. Erdên eşîra wî gava li devera Yarûbiye (Hawîrdora Til Koçer) hatin dagirkirin, Kurdan star da wî û eşîra wî sala 2013´an. 

Jê û pê ve wî di nava projeya Rêveberiya Xweser de cihê xwe girt. 

Ew bi vê yekê ji gelek eşîrên din ên Ereb re bû mînak. Gelek eşîrên ku zilma çeteyan red kirin, bi tevgera Kurd re tifaqa xwe çêkirin û di nava rêveberiya Xweser de cihê xwe girtin. Rola Şêx Himêdî Deham el-Hadî di vê yekê de gelekî muhim bû. Ew di nava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de jî bû kesê ji pêkhateya Ereb yê herî xurt. 

Piştî wefata wî, cenazeyê Şêx Himêdî el-Deham el-Hadî ji Hewlêrê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat birêkirin p çav li rê ye cenazeyê Şêx el-Deham li devera Yarûbiye bê veşartin.

 

Ji bo Şêx El Hadî peyamên sersaxiyê

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber wefata Hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî el-Deham el-Hadî peyamên sersaxiyê dan.

El Hadî 10’ê Mijdarê koça dawî kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji ber wefata şêxê eşîra Şemer, Şêx Himêdî el-Deham el-Hadî sersaxî xwest. 

TEV-DEM’ê jî bi daxuyaniyekê got, “Ji ber wefata Hevserokê Herêma Cizîrê Himêdî el-Deham el-Hadî, em xemgîn in. Jidestdana kesayetiyek welatparêz a mîna Şêx el-Hadî ji bo gelê me windahiyeke mezin e.”

Di peyama Rêveberiya Xweser a Şengalê de jî hate gotin, “Eşîrên Şex Himêdî û Şemer ji bo rizgarkirina gelê me mil bi mil bi şervanên YPG-YPJ’ê re li dijî komkujiya bi destê çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê, seferber bûn. Di azadkirina herêmên me de bi roleke giring rabûn. Gelê Êzîdî hevrêyekî hêja ji dest da. Li ser navê gelê Şengalê em sersaxiyê ji Rêveberiya Xweser a Rojava û eşîra Şemer re dixwazin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.