Li gorî raporeke li ser 58 heyar û 497 cûreyên daran ên li cîhanê, tehlûke heye ku ji sisiyan yekê wan cûreyan tine bibe. Di raporê de her wiha hate ragihandin ku guhertina avhewayê tehlûkeyeke mezin e li ser ekosîstema daristanan.
Li gorî rapora Botanical Garden Conservation International (BGCI) 17 hezar û 500 cûreyên daran li ber nemanê ne.
Li gorî raporê metirsiya tinebûnê herî zêde li ser darên manolya, berû, spîndar û abanozan heye.
Bi giştî 142 cûreyên daran ji holê rabûn, metirsiya nemanê li ser 440 cûreyî din jî heye.
Di raporê de birrîna daran û bêdaristanhiştin weke metirsiya herî mezin tê pênasekirin.
Brezîlya ku navenda beşeke mezin a daristanên baranê yên Amazonê ye, ew welat e ku ji ber çandiniya zêde tehlûke li ser hebûna 8 hezar û 847 cûreyên daran heye. Li herêmên tropîkal ên Efrîkayê li Madagaskar û Maûrîsiyûsê jî li ser zêdeyî ji sedî 57'ê cûreyan tehl`ukeza nemanê heye.
Rayedar dibêjin, "Divê em hîn bibin hurmetê nîşanî daran bidin."
NAVENDA NÛÇEYAN