Ji şerê gel re perwerde
Pêncşem 11 Tebax 2022 - 22:24
- Heyva Sor a Kurd beriya çend rojan perwerdeyek da endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Sirînê.
Di çarçoveya rewşa awarte de ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ragihandiye, bi sedan kes ji kantona Kobanê beşdarî perwerdeyên destwerdana lezgîn bûne.
Heyva Sor a Kurd beriya çend rojan perwerdeyek da endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Sirînê.
Di heman demê de li nexweşxaneya Emel a bajarê Kobanê û Heyat a Sirînê, dewreyên perwerdeyê yên destwerdana lezgîn dewam dikin. Perwerde ji qonaxa teorîk derbasî qonaxa pratîkî bûye. Hefteyeke din ev perwerde wê dewam bike û li gorî elaqeya xelkê wê dewreyên din werin vekirin.
Çavdêrê beşa Destwerdana Lezgîn a Heyva Sor a Kurd a herêma Firatê Ebdî El-Elî diyar kir ku armanca perwerdeyan ew e ku bersiva rewşa awerte bidin û şêniyan fêr bikin da ku di dema êriş û rewşên awarte de jiyana welatiyan xilas bikin:
"Perwerdeyên me tenê di çarçoveya rawestandina xwîna birîndaran, mijûlbûna bi kesên ku ji ser hişê xwe biçin û rewşên şikandina hestûyan re sînordar e."
ANHA/KOBANÊ