- Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê Kurdistaniyan û dostên wan peymana li dijî Şengalê protesto kir.
Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê, peymana di navbera PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraqê de ya li dijî Şengalê, hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Eyaleta Saksonyaya Jêrîn (Niedersachsenê) tevlî protestoyê bûn.
Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hildesheimê peyman weke dek û dolabeke PDK’ê û hikûmeta Iraqê hat binavkirin. Mitîng gotina dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “Ji Şengalê re statu” bi dawî bû.
HILDESHEIM