• Hejmara hepsên li Tirkiyeyê ji 445´an bihurî. Yên ava dibin jî temam bibin, ji sed kesî yek dikare bikeve hepsê.

Hejmara girtîgehên li Tirkiyeyê 445 derbas kir. Bi temambûna yên tên çêkirin re digihêje kapasîteya 800 hezar girtiyî. Ev jî tê wê wateyê ku ji 100 kesî wê kesek bê girtin.
Girtîgehên ku di nava 18 salan de hatine çêkirin û yên plana çêkirina wan tên ikrin, polîtîkaya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan û hêzên muxalîf radixe pêş çavan.
Hejmara zelal a girtiyên li Saziyên Ceza û Înfazê yên Tirkiyeyê heta Cotmeha 2019'an baş nayê zanîn. Piştî ragihandina Rewşa Awarte, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de, mewzûatek hate amadekirin û bi vê mewzûatê pêşî li saziyên sivîl, parêzvan û rêxistinên mafê mirovan hate girtin ku nikaribin agahiyan li ser rewşa girtî û girtîgehan werbigirin. Li ser malpera înternetê ya Wezareta Edaletê, daneyên herî dawî yên hatine weşandin di 2'ê Cotmeha 2018'an de hatine weşandin. Midûrê Saziyên Ceza û Girtinê Şaban Yilmaz di 31'ê Cotmeha 2018'an de li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ragihand ku hejmara girtiyan 258 hezar û 660 kes in.
Di malpera înternetê ya CTE'yê de tê gotin ku heta 1'ê Cotmeha 2019'an li Kurdistanê 87 girtîgeh hebûn. Tevî malpereke înternetê ya hemûyan heye, agahiyên li ser hejmara girtiyan û girtîgehan nehatiye weşandin.

HAYATÎ YILDIZ/MA/AMED