Ji sedî 80'yê avê birriye

Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 02:11

Li gorî lêkolîneke zanyarên welatên Ereb, dewleta Tirk ava Dîcle û Firatê ewqasî qut kiriye ku, mîqdara avê ya ku niha bi Dîcle û Firatê digihîje Iraqê, li gorî sala 1975´an ji sedî 80 kêm bûye. Li gorî heman lêkolînê, qederê 60 milyon mirovê bvi awayekî yekser girêîdayê ava çemê Firatê ne ji bo ku jiyana xwe dewam bikin. Tirkiyeyê ev kontrola avê jî bi bendavên projeya GAP´ê biriye serî û piştî avakirina Bendava Ilisû ya nêzî Germava Hezexê, ev yek qehîm bûye. Li gorî lêkolînê Ilisu jî wê ava çemê Dîcle ji sedî 56 kêm bike. Ev yek ji bilî zehmetiyên peydakirina avê ji bo xelkê Iraqê, wê bandoreke yekser li avzêmên li Başûrê Iraqê bike û jiyana Erebên avzemê bixe tehlûkeyê. 

Lêkolîn wekî din dibêje, dewleta Tirk bi Bendava Ilisuyê, nekarî ewlehiya xwe ya av û enerjiyê misoger bike, lê dikare bi kontrola li ser çemê Dîcle, avê weke sîleheke stratejîk di joepolîtîka Rojhilata Navîn de bi kar bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.