- Mizrakli: Dema mirov ji arîtmetîkê zêdetir li qada bandorê dinihêre, ji sedî 20’ê dengan zêde nîne, heta kêm e. Heke em niha nekarin xwe bigihînin vê rêjeyê jî dê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de em ê herî kêm 150 şaredariyan û di sala 2028’an de jî ji sedî 25’ê dengan bi dest bixin.
MEHMET ASLAN / MA / STENBOL
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku niha girtî ye, biryara nekirina çalakiyan a KCK’ê weke helwêsteke exlaqî û polîtîk nirxand û got, “Di rewşeke wiha de ku êş û wêraniyeke mezin heye û gel di nava serferberiyê de ye, rewşa civakê li ber çavan hatiye girtin û biryareke rast e.”
Wezareta Karên Hundir di 19’ê tebaxa 2019’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qeyûm tayîn kir û Hevşaredar Selçûk Mizrakli di 22’yê Cotmeha heman salê de hate girtin. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hepsê li Mizrakli birrî. Cezayê Mizrakli li Dadgeha Edlî ya Herêmî ya Amedê hate erêkirin û ew şandin Dadgeha Bilind. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî cezayê li Mizrakli hatiye birrîn derqanûnî nirxand û dosya dîsa li dadgehê vegerand. Li ser biryarê, dadgeha herêmî dîsa dest bi dadgehkirina Mizrakli kir û pêvajoya darazê didome. Mizrakli niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin.
Mizrakli dîroka siyasî ya Tirkiyeyê nirxand û got, “Desthilatê, heta pergala parlamentoyê jî dorpêç kir. Hemû warên ku siyaseta Kurd bêhnê jê distîne, digire û hewl dide di bin navê ‘terorê’ de krîmînalîze bike. Kesên xwedî van merîfetan in, ne dikarin bibin welatparêz û ne jî aştîhez. Heke gelek ketibe rêya demokrasî, azadî û aştiyê, ti hêz nikarin pêşiyê lê bigire. Heke rê nebîne teqez rêyekê çêdike û xwe digihîne hedefa xwe. Em jî dê bibin şahidên vê.”
Tifaqa Kurd ji bo yekîtiyê
Têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê jî Mizrakli got, “Tifaqa Ked û Azadiyê pirr girîng e. Di serdema nû de ji bo çareserkirina pirsgirêkên esasî, platformeke siyasî ya bibandor e. Li Kurdistanê Tifaqa Kurdî ji bo yekitiya neteweyî û bipêşketinên li parçeyên din; Tifaqa Ked û Azadiyê jî dibe xala hevpar a tevan. Her çareserî dê bandorê li herêman hemûyan bike. Tifaq hem li Meclisê wê hebûna xwe xurtir bike û hem jî li derveyî Meclisê di têkoşîna jin, ciwan, ekolojî û kedê de cih bigire û bandora xwe zêdetir bike.
Dema mirov ji arîtmetîkê zêdetir li qada bandorê dinihêre, ji sedî 20’ê dengan zêde nîne, heta kêm e. Heke em niha nekarin xwe bigihînin vê rêjeyê jî dê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de em ê herî kêm 150 şaredariyan û di sala 2028’an de jî ji sedî 25’ê dengan bi dest bixin.”
Siyaseta Kurd aktor e
Mizrakli, derheqê hevdîtina namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû û HDP’ê jî got, “Kesên siyasetê bi awayeke zana dikin, hemû firsend û pêşketinan bi awayekî hoste bi kar tînin û hewl didin bi ser kevin. Momenta ku em tê de ne, siyaseta Kurd hem kir aktorekî sereke hem jî derxist pozîsyona moderatoriyê. Divê ev hevsengiya hesas bi hostetî were birêvebirin. Heman êşên guherînê yên di nava 2-3 salên dawî de di nava CHP’a bi pêşengtiya Kiliçdaroglû de çêdibin, di nava xeta lîberal an jî kevneperest a hemdem de jî derdikevin holê. Niha li ser heman êşê hatin ba hev û deklarasyoneke bi bernameya reformparêz restoratîf ragihandin. Em jî bi qasî serê derziyê jî ronahiyekê bibînin, em berê xwe didin. Rastiyek heye ku yek ji cihên herî girîng ên çareserkirina pirsgirêka kurd jî Meclis e. Heke li Meclisê gavên pêbawer werin avêtin, ev yek dê bike ku aktorên pêvajoya bêçalakitiyê û aştiyê bi xwe re tînin bixe nava liv û tevgerê. Di hemû pêvajoyên çareserkirina pirgirêkên pevçûnî de aktorên bêxêr hene. Divê em van zehmetiyan bibînin û li gorî vê xwe bigihînin rojên bi xêr.”
Biryara KCK´ê exlaqî ye
Hevşaredar Mizrakli herî dawî jî bal bire ser biryara bêçalakitiyê ya KCK’ê û axaftina xwe wiha qedand: “Biryara KCK’ê ya bêçalakitiyê hem ji hêla exlaqî ve hem jî ji hêla polîtîk ve helwestekî rast e. Di demeke ku êş û wêraniyeke wiha mezin de ku civak seferber bûye de, rewşa civakê li ber çavan hatiye girtin û gaveke ku vê nezelaliyê ji holê radike hatiye avêtin. Gavekî rast e. Ji bo ku di pêvajoya hilbijartinê û ya piştre de bidome, divê baş were fêmkirin.”