- Mustafa Karasu armanca dewleta Tirk a ji bo qirkirina Kurdan careke din bi bîr xist û PDK hişyar kir û jê xwest ji şaşiya xwe vegere. Karasu got, eger PDK bikeve Çemçoyê wê vê weke biryara şer fêhm bikin û wê di encama vê de Kurd giş bixisirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû tevlî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û li ser mijarên di rojevê de axivî û bal kişand ser şerê gerîla yê bi qasî du meh in li dijî dagirkeriyê bi fedekariyeke mezin dimeşîne û got: “Gerîlayan van du mehan bêhn li dewleta Tirk çikandin. Dewleta Tirk difikirî ku di nava hefteyekê de wê xwe bigihîne hemû qadan, lê belê gerîlayên jin û mêr nîşanî mirovahiyê, gelên cîhanê dan ku ji bo mirovahiyê, ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo welat û gel divê çawa mirov li ber xwe bide; ev yek diyar kirin. Lewma wan bi rêzdarî silav dikim. Em berxwedana wan ji dil ve hîs dikin. Em bi rastî jî bi wan serbilind in. Bêguman divê em hemû hurmetê nîşanî vê berxwedana wan bidin. Divê her kes bi rêzdarî nêzîkî vê yekê bibe. Ew ewladên leheng ên gel in. Kurdîtiya bêyî xwedîderketina li van nabe. Mirovekî Kurd eger xwedî li van fedayiyan dernekeve bi rastî jî ev ê bibe bewijdanî, bibe bêexlaqî. Lewma wezîfeya herî bingehîn a Kurd û demokratan xwedîderketina li vê berxwedanê ye. Ew ji bo gelê Kurd şer dikin. Ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin, li ber êrişa qirkirinê ya li ser gelê Kurd radibin. Di heman demê de li ber paşverûtiya herêmê radibin.”
Dixwaze Kurdan qir bike
Karasu qala helwêsta PDKʼê kir û got: “Bi rastî jî nepêkane ku helwêst û nêzîkatiya PDK'ê bê vegotin, bê îzahkirin. Ne bi Kurdîtiyê dikare bê vegotin, ne bi feraseta demokrasiyê, ne jî bi wijdan û exlaqê dikare bê vegotin. Bi helwesta xwe xizmetê ji mêtingeriya qirker re dike. Xizmetê ji dewleta Tirk re dike. Kes nîne ku nizane bê rastiya dewleta Tirk çi ye. Herî zêde Kurd bi vê rastiyê zanin. Ya rastî têkoşîna me di nava 40 salan de rastiya dewleta Tirk raxist pêş çavan, hem danî ber gelê Kurd, hem jî ber gelên Rojhilata Navîn. Ev rastî di heman demê de danî ber gelên cîhanê. Qirker e, dagirker e, dixwaze Kurdan tune bike. Jixwe bi rengekî eşkere dibêje; Mûsil-Kerkûk a min e.
Ketina Çemço biryara şer e
Karasu, xwest PDK guh bide raya giştî ya Kurd û anî ziman ku raya giştî ya Kurd naxwaze PDK li dijî gerîla şer bike û got: “PDK çi dike? Hêzê dibe Şêladize, dixwaze biçe Çemço. Ev yek jixwe biryara şer e. Kêliya ku gava xwe avêt wê derê, ev ê bê wê wateyê ku tevî dewleta Tirk biryara şer daye, wê vî şerî heta dawiyê bimeşîne. Belê, ketina vê herêmê tê wateya şer. Dema ku kete vê herêmê wê gerîla xwe biparêze. Gerîla wê hewl bide pêşî li wê hêzê bigire. Ji ber ku ketina vê herêmê tê wateya dorpêçkirina Avaşînê, dorpêçkirina Zapê. Ev yek wê bê wê wateyê ku tevî dewleta Tirk li Avaşîn û Zapê gava tasfiyekirinê diavêje. Bila gelê Kurd, bila raya giştî ya Kurd bi vê yekê zanibe; Derbasbûna nava Çemço, derbasbûna nava Sîdayê, wê encamên xwe ji şandina hêzê ya ber bi Metînayê girantir bibe. Ya rast li Metîna jî bi vî rengî ye. Li Metînayê jî xwestin şer bidin destpêkirin, lê belê gerîla bi berpirsyarî tevgeriya. Hêzên me yên Parastina Gel, Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Hewayî bi xwînsarî tevgeriyan, bi nêzîkatiyeke aramîkirinê tevgeriyan û nehiştin ku ev gava PDK'ê bibe sedema rûdana şer. Lê belê wê nikaribe gaveke li Çemço û Sîda bê avêtin, asteng bike. Di rewşeke wiha de wê şer êdî berfireh bibe. Divê gelê Kurd vê bibîne. Divê hêzên siyasî yên Kurd vê bibînin. Pêwîste van gavên
PDK wê bixisire
Karasu PDKʼê hişyar dike û dixwaze ji şaşiya xwe vegere: “Îro rastiyeke Kurdistanê heye, rastiyeke Rêbertî, rastiyeke polîtîk û îdeolojîk a Rêbertî heye. Îdeolojî û polîtîkaya Rêbertî ne tenê bandorê li Kurdan dike, her wiha li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Rabûna li ber hêzeke bi vî rengî nebaşiya herî mezin e ku li Kurdan tê kirin. Bandora Rêber Apo li Rojhilata Navîn, li cîhanê, li ser Kurdan, tê wateya qezençkirinê. Tê wateya misogerkirina paşeroja Kurdan. PDK nêrîna gel, nêrîna raya giştî ji nedîtî ve tê. Raya giştî ya Kurd êdî xurt e. Hestên gelê Kurd xurt e. Nabe ku ev hest, ev daxwazên raya giştî ji nedîtî ve bê. Dema ku ji nedîtî ve bê wê PDK bixisire. Em di wê baweriyê de ne û hêvî dikin ku PDK wê vê rastiyê bibîne û li gorî wê tevbigere.
Em bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd dikin ku têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mezin bikin, ji bo PDK'ê ji vê şaşitiyê vegerînin helwesta xwe bi rengekî eşkere nîşan bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN