Şaredariya Farqînê ji bo zarokan bernameya “Serê şevê çîrokek” li dar dixe.
Şaredarihya Navçeya Farqînê ya Amedê ji bo zarokan xebatên çand û hunerî daye destpêkirin. Wê zarokên Farqînê her şev li çîrokan guhdar bikin. Bernameya “Serê şevê çîrokek” ku ji aliyê Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Farqînê ve ji bo zarokan hatiye amadekirin, îşev dest pê dike. Şaredarî di çarçoveya bernameyê de wê her şev saet di 21.30’an de bi rêya weşana zindî li ser hesabê xwe yê Instagramê bi zarokan re bicive.
Şaredariyê di hesabên xwe yê medya dîjîtal de videoya reklama vê çalakiya navbuhirî belav kir û hemû zarokên Farqînê vexwend bernameyê.
Hevşaredarên Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen di vîdeoyê de zarokan vexwendin bernameyê û gotin ew ê zarokan bêçîrok nehêlin.
NAVENDA NÛÇEYAN