• Foruma li dijî qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê ya bi serenavê “Niha em dipeyivin”  li Berlînê bi rê ve çû. Pêr piştî nîvrojê rûniştina dawî ya forumê bû.

ERDAL BAZ / BERLÎN

Foruma li dijî qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê ya bi serenavê “Niha em dipeyivin”  li Berlînê bi rê ve çû. Pêr piştî nîvrojê rûniştina dawî ya forumê bû. Di forumê de hem mexdûr û hem pispor peyivîn û her wiha jî dîroka qedexekirina PKK´ê û biryarên dadgehên navneteweyî jî hatin minaqeşekirin û nirxandin. Yekîtiya Hiqûqzanan a Demokrasiyê ya Ewrûpa û ya Mafê Mirovan a Dinyayê (ELDH), Yekîtiya Hiqûqzanan a Demokratîk (VDJ), komeleya Demokrasî û Mafên Sereke, AZADÎ e.V. û Komeleya Hiqûqa Navneteweyî û Demokrasiyê MAF-DAD´ê forum organîze kir.

Li ser navê Koma Xwendekarên Sosyalîst a Berlînê, Jari beşdarî forumê bû û got, ”Qederê hezar endamên me hene. Gava me dît Kurd li vir dicivin, me jî biryar da bi lezgînî bicivin û tiştekî bikin. Me xwest hûn zanibin ku em bi we re ne, pişta we digirin. Em ji vir jî bang li Elmanyayê dikin da ku êdî sîlehan nefiroşe hêzên dagirker ên li Kurdistanê û dawiyê bîne li siyaseta xwe ya hawîrdekirina şerî.”

Di rûniştina duyem a roja duyem a forumê de parlamentera Partiya Çep a federal Gökay Akbulut got, “Em li vir careke din dibînin ka çi qasî muhim e mirov ji perspektîfa mexdûran li meseleyan binihêre. Ez jî mexdûr im. Ji ber ku ez beşdarî kampanyaya “ez jî PKK´yî me” ya li dijî qedexeyê bûm û di dema xwendekariya xwe de endama YXK´ê bûm, ez xistim ber taqîbê. Ev qedexeyeke ne hiqûqî ye.

Elmanya bi ser de jî, dane û agahiyên li ser kesên li vir dimînin û xebatên siyasî dikin û yên komeleyan bi Tirkiyeyê re parve dike. Ev tehlûke ye li ser jiyana Kurdan. Weke ku ne bes e li Elmanyayê ji ber 129/b´yê tên dadgehkirin, ji ber vê yekê jî bi pirsgirêkên çûnûhatina Tirkiyeyê, qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê û mehkûmkirinê re jî rûbirû dibin. Em li dijî vê têdikoşin. Parvekirina agahiyan a dewleta Elman hiqûqê binpê dike.’’ 

Qedexe çaresernekirin e

Piştre endamê KNK´ê Adem Uzun bi rêya bernameya zoomê beşdarî forumê bû. Wî li ser qedexekirina PKK´ê got, “Ev qedexe meseleyeke navneteweyî ya siyasî, lê belê esas diviyabû biryareke hiqûqî be. Lê belê ti dadgeh pişteke hiqûqî nikare ji vê qedexeyê re çêke. Esasê qedexeya heyî berjewendiyên aborî û hevkariyên stratejîk in. Elmanyayê ji bo ku têkiliya xwe bi hevparê xwe yê stratejîk re xira neke, Kurd ji mafên wan bêpar kirin. Kurdan nekarî ji mafên xwe yên li gorî qanûnan sûdê wergirin. Piştî dewleta Tirk, dewleta ku pêşî PKK qedexe kir Elmanya ye. Bi vê biryarê, para wê di çaresernekirinê de ya herî mezin e.”

Doza PKK’ê heq e

Di rûniştina dawî ya forumê de parêzer Tamara Burama jî bi zoomê beşdarî forumê bû. Tamara Burama got, “PKK rêxistineke rewa ye û doza wê jî heq e. Dadgeh biryara vê nade, lê dikare li ser rewabûna kirinên leşkerî yên PKK´ê biryarê bide. Heger ev biryar bê dayîn, wê bê dîtin ka qedexeya bi dehan salan çi qasî bê bingeh bûye.”

Piştre ji parêzerên doza PKK´ê li Belçîkayê, Jan Fermon jî got, “Meseleya sûc hesibandina tevahiya çalakiyên rêxistinên ne dewlet, li gorî hiqûqa navneteweyî bi pirsgirêk e. Lê belê bi biryara dadgeha Belçîkayê nabe ku kesek, ji ber ku destek daye PKK´ê bêyî dadgehkirin. Bi zena min, em dikarin bibêjin, vê yekê azadiya birêxistinbûnê ya rêxistinên Kurd ewle kir.”

Piştî du hefteyan eşkere dike

Juriya serbixwe ya ku du rojan forum şopand, wê biryara xwe ya dawiyê piştî bi du hefteyan eşkere bike. Juriyê dîsa jî got, şahidiyên van herdu rojan gelek tesîr li wan kiriye û wiha dewam kir: “Qedexekirina PKK´ê antîdemokratîk e. Qedexeyeke ne hiqûqî ye.”

Li ser navê Komeleya Hiqûqa Navneteweyî û Demokrasiyê MAF-DAD´ê Parêzer Mahmûd Şakar axaftina dawî ya forumê kir û got, “Minaqeşekirina qedexeyên 29 salan, minaqeşekirina berxwedana 29 salan e jî. Du aliyên vê meseleyê hene. Li aliyekî qedexe hebe, li aliyê din jî têkoşîna li dijî vê heye. destketî hene û di dawiya vê tunelê de em ronahiyê dibînin.”