Ji Nûbiharê kursên zimanê Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Kanûn 2021 - 22:06

  • Komeleya Nûbiharê da zanîn ku ew ê zivistanê kursên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî bide destpêkirin. Komeleyê diyar kir ku kursên Kurdî wê di ser înternetê re online werin dayîn.

Komeleya Nûbiharê da zanîn ku ew ê zivistanê kursên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî bide destpêkirin. Komeleyê diyar kir ku kursên Kurdî wê di ser înternetê re online werin dayîn.

Komeleya Nûbiharê di bin banê “Atolyeya Zimanê Kurdî” de piştî sersalê dê dest bi kursên Kurdî bike. Kurs dê bi şêwezarên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî bin. Ji bo zarokan jî bi zaravayê Kurmancî dê kursên cuda werin organîzekirin. 

Kurs dê di navbera 1’ê Çile û 31’ê Adara 2022’yan de werin dayîn. Kesên ku bixwazin beşdarî kursan bibin, pêwîst e di navbera 20 û 31’ê Kanûna 2021’ê de miracaet bikin.

Ji bo têkilî û beşdarbûna kursan têkiliya whatsappê li jêr e;

0090 552 8467532

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.