Ji nû ve Orkestraya Paşayê Mezin

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Nîsan 2023 - 04:42

Piştî bi salan rawestandina kar, Koma Orkestrayê ya Paşayê Mezin li Rewandizê dubare dest bi karê xwe yê hunerî dike. Bi heman şêweyî salên 1980’yî, Koma Orkestrayê ya Paşayê Mezin wê careke din hunerê resen yê Kurdî pêşkêşî guhdaran û evîndarên mûzîk û stranên Kurdî bike.

Koma Orkestrayê ya Paşayê Mezin, sala 1977’an ji aliyê Zirar Rewandizî ve, li Rewandizê hatibû damezrandin. Dema herî xweş ya Koma Orkestrayê ya Paşayê Mezin salên 1980´yî û 1990’î bûn. Bi dehan stran û sirûdên neteweyî ji bo dehan hunermendên parçeyên cuda yên Kurdistanê hingê qeyd kirin. Hingê hunerê Rewandizê di asta xwe ya herî pêşketî de bû. Lê ji ber nakokiyên siyasî û pêşketinên civakî û nebûna alîkariya maddî, Koma Orkestrayê ya Paşayê Mezin ji bo demeke dirêj karên xwe rawestandin.

 

Festîvala muzîkê ya Rewandizê

Derbarê vê yekê de Rêveberê Koma Orkestrayê ya Paşayê Mezin, Zeynel Xeyrî got, piştî rawestandina karên komê demeke dirêj, biryar e di 1’ê Tîrmeha 2023’yan de di salvegera damezrandina Koma Muzîkê ya Paşayê Mezin de, ew ji nû ve dest bi karê xwe bikin: “Di 1’ê Tîrmehê de wê li Rewandizê festîvaleke mezin a muzîkê were lidarxistin. Her sal ev festîval tê lidarxistin. Ji bajarên cuda yên Kurdistanê komên cur bi cur yên huner û muzîkê, ji bo festîvalê tên vexwendin. Ji bo îsal Koma Bawacî Koyê hatiye vexwendin. Her wiha ji bo hunermendên ku dixwazin hunerê resen yê Kurdî bi dest bixin, em ê qeydkirina awaz û stranan dewam bikin.”

 

Ji bo zindîkirina çanda Kurdî

Mûzîkjenê navdar ê Rewandizê Amanc Xazî, derbarê karên Koma Orkestrayê ya Paşayê Mezin de got: “Komeke xwendekarên dibistana Paşayê Mezin di nava komê de cih girtin. Ji destpêkê ve, li ser du mijarên giring kar hatiye kirin; ew jî zindîkirin û parastina çand û hunerê resen ê Kurdan e. Her wiha bi rêya muzîkê nasandina çanda netewa Kurdî bi gelên din bû. Komê stranên gelêrî û neteweyî parastine û girîngî daye bi zanista muzîkê.”

 

Kom dîsa tê cem hev

Di heman demê de Rêveberê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Soran, Bapîr Rewandizî derbarê heman mijarê de got, “Di meha 7´an a îsal de ev kom wê dest bi kar bike. Hemû endamên kevin ê komê amade ne ku beşdarî çalakiyên hunerî bibin. Ev koma ku şaxekî Komeleya Huner û Wêjeya Kurdî ya Rewandizê ye, li gel stran û muzîkê giranî daye şano, wênesazî û warên din ên hunerî.”

Bapîr Rewandizî behsa serdema zêrîn ya Koma Orkestrayê ya Paşayê Mezin yanî salên 1980 û 1990’î kir: “Vê komê bê ferq û cudahî stran ji bo hunermendên her çar beşên Kurdistanê qeyd kirine. Stran ji bo hunermendên navûdeng ên weke Rezazî, Necmedîn Xulamî, Kalî, Behcet Yehya, Endan Kerîm, Ziyad Eshed û gelek hunermendên din qeyd kirine.”

Koma Orkestrayê ya Paşayê Mezin beşek ji Komeleya Huner û Wêjeya Kurdî ya Rewandizê ye, li ser daxwaza vê Komeleyê bi pêşengiya îdareya serbixwe ya Soran, ji bo nûkirina avahiya Komeleyê budceya pêwîst ji bo Komê hatiye veqetandin. Endamên Komeleyê jî biryar dane ku dest bi karê hûnerî bi taybetî karê Koma Orkestraya Paşayê Mezin bikin.

ROJNEWS/REWANDIZ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.