Ji Nisêbînê heta bi Bazidê: Ji Ocalan re azadî!

Çarşem 20 Adar 2024 - 00:50

  • Ji Nisêbînê heta Êlih, Bazidê û Dersimê bi sed hezaran kes bi coşî û kelecana Newrozê, xwe bi xemla Kurdî, bi rengên kesk û sor û zer girêdan ber bi qadên Newrozê ve herikîn. Li her qada Newrozê dirûşma ‘’Bijî Serok Apo’’,’’Ji Ocalan re azadî’ olan da. Hevseroka DEM Partiyê li Newroza Bazidê banga ‘’Ji Ocalan re azadî’’ kir.

Bi hezaran kes li Nisêbînê bi dirûşmên berxwedanê herikîn qada Newrozê û pîrozbahî dest pê kir. 

Li navçeya Nisîbênê ya Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Bi hezaran kes beriya pîrozbahiyê li qada Newrozê ya li hemberî Parka Cegerxwîn kom bûn. 

Li platforma qada Newrozê pankartên “Rabe! Dema azadî û serkeftinê ye” û “Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Bi hinceta ewlehiyê dora qada Newrozê bi bariyeran hatin girtin û heta saet 10.30’an jî destû nehat dayîn welatî bikevin qadê. Welatiyên ku li pişt bariyeran kom bûn, xwe li benda saeta ketina qadê girtin. Ji serê sibehê ve bi hezaran kes di dest de flamayên bi rengên kesk, sor û zer û bi dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” diherikin qadê. 

Welatiyên ku ketin qada Newrozê bi coşeke mezin xelekên govendê digerînin û jinên bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Li qada Newrozê dirûşmên berxwedanê tên berzkirin û Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên bi girseyî ketin qada Newrozê ji hêla gel ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin. 

Li Nisêbînê Namzetê Hevşaredariya Mêrdîn Ahmet Turk axivî.  Turk tecrîda jidiyayî ya li ser Rêber Ocalan bi bîr xist, destnîşan kir Ocalan ji bo aştiyeke birûmet fersendeke mezin daniye holê û got,’’Bi tecrîd, zilmê hûn nikarin pirsa Kurd çareser bikin. Gelê Kurd heta negihijin demokrasî û azadiyê, Tirkiye jî nagihije azadî û demokrasiyê’’ banga çareserkirina pirsa Kurd a bi rêya diyalogê li dewleta Tirk kir û got,’’Dem dema Kurd û Kurdistanê ye.’’

Êlih

Her wiha li  Êlihê jî bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê ber bi qada Newrozê ve herikîn.

Ji bo pîrozkirina Newroza Êlihê ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin, ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. Bi hezaran kes ber bi qada Newrozê ve diherikin. Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê bi flamayê bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin û welatiyên bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn li ber stranên berxwedanê dest bi pîrozkirina Newrozê kirin. 

Bi hezaran kesên ku ji du noqteyên kontrolê derbasî qadê dibin, li ber stranan xelekên govendê gerandin.

Bazid

Li navçeya Agirî Bazide pîrozbahî li qada girtîgeha kevin hate lidarxistin û tevî baranê jî bi hezaran kes herikîn qadê. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî tev li pîrozbahiyê bû. Welatiyên ku bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, bi meşaleyan û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Li qada pîrozbahiyê posterên Qazî Mihemed û Şêx Seîd hatin hilgirtin û pankarta “Em ji bo agirê Newrozê bi agirê ciwanan vêxin hatine” hate hilgirtin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di pîrozbahiyê de bangî gel kir û bal kişand ser peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an şandibû. Hatîmogûllari, wiha got: “Peyamên birêz Ocalan ên sala 2013’an, peyamên me ne. Em li vir li Bazîdê bang dikin; peyama 2013’an peyama me ye. Her ku em banga aştiyê dikin, qesr jî amadekariyên şer dike.’’

Hatîmogullari her wiha got,’’Bangawaziya me ya ji bo aştî û guftûgoyê bi qasî ku mirov neyîne ser asta hilbijartinê girîng e. Ev 40 sal in li ser vê xakê welatî dimirin û bedel didin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka statûyê ye û divê were çareserkirin. Divê pêvajoyeke guftûgoyê were destpêkirin. Em bi hêza ku ji peyama 2013’an digirin dîsa banga guftûgoyê dikin.”

Hatîmogullari herî dawî bal bire ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û xwest ku ji alî fizîkî ve azad bibe: ‘’Her ku ew tecrîda li Îmraliyê li me ferz dikin, em ê hîn bêhtir bibêjin bila tecrîd were rakirin. Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe dê hatine aştiyê û pêvajoya guftûgoyê pir zehmet e. Em bi hev re dibêjin bila tecrîda li Îmraliyê rabe û birêz Ocalan azad bibe. Ji bo aştiyê yan em ê rêyekê bibînin an jî dê rêyeke nû vekin. ‘’

Dersim

Welatiyên ku li kolana hunerê hatin bahev, pankarta “li dijî zext, zilm, bêedaletî, qedexe û mêtîngeriyê Newroz bimbarek bo” vekirin. Girseya li ber dahol û zirneyan govend gerand, li gel erbaneyan stranên azadiyê gotin. Girseya ku bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” ber bi qadê ve meşiyan li vir govend gerand. Welatiyên tevî hewayê bi baran qad dagirtin, ev peyam dan “Li dora Tifaqa Dêrsimê ber bi serkeftina 31’ê Adarê ve.”

Li qadê pankartên “Agirê çaran bûye bi milyonan” û “Mirina rast a bêyî wî ye” hatin vekirin. Her wiha têkildarî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelek dowîz hatin vekirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.