Ji Moldovayê ber bi Rojava ve

Nûçeyên Jin

Sêşem 16 Gulan 2023 - 05:33

  • Êlêna Mihemed a ku berîya 20 salan ji Moldovayê berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê, bi dildarî û hezkirin fêrî zimanên din dibe. Li gel Ingilîzî û Fransî, wê niha di zimanê Kurdî de jî xwe bi pêş xistiye û dersa bîrkariyê dide şagirtên refên amadeyî.

SORGUL ŞÊXO/NÛJÎNHA/QAMIŞLO

 

Êlêna Mihemed bi eslê xwe ji welatê Moldovayê ye. Ew welatê ku di navbera Romanya û Ukranyayê de ye. Êlêna piştî ku beşa matematîkê (bîrkarî) di zanînegehê de li Moldovayê bi dawî dike, sala 2003’yan tê Rojavayê Kurdistanê. Êlêna Mihemed niha li bajarê Qamişloyê dimêne û her wiha li Dibistana Keramê ya ser bi çar kolanan dikeve, mamostetiyê dike. Êlêna ji sala 2014’an ve mamostetiya bîrkariyê dike û dersê dide şagirtan. Mirov dikare bibêje, ew yek ji wan karên herî zehmet dike, ji ber ku di warê bîrkariya bi Kurdî de kêm kes hene ku vî karî bikin.

Êlêna Mihemed got, dema mirov ji cîhanekê derbasî cîhaneke din bibe, ne tiştekî hêsan e: “Bêguman tu di civakekê de ye, tu hinî teqalîd û zimanê wê dibî. Tu dielimî çand, bawerî û têkiliyên wê jî. Lê hatina welatekî cihê cîhaneke nû ber min xist. Mecbûr bûm ji nû ve bielimim zimanekî din û her wiha li çand û teqalîdên wî welatî bikolim. Ji bo vê jî pêdiviya min bi wext hebû da ku baştir vî welatî nas bikim û karibim lê bimînim.”

 

Ewilî tengav dibe

Êlêna Mihemed dide zanîn ku ew bi yekî Kurd re dizewice û bi vî awayî ew berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Dema li Rojava bi cih dibe, ewilî dixwaze fêrî zimanê Kurdî bibe. Wê da zanîn ku destpêkê zehmetî dîtiye lê bi wextê re pirsgirêk çareser kiriye; “Serê pêşî di warê nivîsandin û devokê de ez tengav dibûm. Lê ast bi ast ez bi pêş ketim, gava ku min sê astên zimanê Kurdî bi dawî kirin, ez hîna nû fêrî ziman bûm. Nexasim jî di warê rêziman de ez hinekî din bi pêş ketim û min mesele ji hev derxist. Min digot qey tîpên li vir tên bikaranîn jî eynî weke yên zimanê min ê Moldovyayî bûn, lê ne wisa bû. Di nivîsandin û axavtinê de ferq hebûn. Erê alfabeya Latînî bû, lê di warê rêzimanî de cudahî hebû. Niha jî ez nabêjim, ez gihîştime asteke pirr baş, lewma hê jî fêr dibim û lazim e hinekî din xwe bi pêş bixim.”

 

Têkiliyên civakî û cîrantî li pêş e

Êlêna Mihemed da zanîn ku ya civaka Moldovayê ji civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda dike, mêvanperwerî ye:  "Têkiliyên li vir ji yên li welatê me gelekî baştir in, dilê civaka vir li ser hev e û fikirandinên wan jî wiha ne. Têkiliyên civakî yên vir, hiştin ku ez zû fêrî ziman bibim. Lê li welatê me her kes bi xwe re mijûl dibe û tenê di sînorên çar dîwarên mala xwe de dimînin. Têkiliyên civakî û cîrantiyê pirr li pêş in li vir. Ya din jî paqijiya jîngehê, li vir ne wekî li Moldovayê ye, li vir di vê demê de çanda paqijî û xwedîderketina li jîngehê pêşketî ye. Divê em guh bidin xwezayê û xwedî lê derkevin."

 

Kurdî fêr bibin û xwedî li koka xwe derkevin

Êlêna Mihemed girîngiya fêrbûna zimanê dayikê anî ziman û got, Kurdî jî wekî zimanê Erebî girîng e; "Girîng e her netewe zimanê xwe yê dayikê bizanibe, Kurdî jî wekî Erebî girîng e. Li vê herêmê her du ziman jî girîng in ku her kes bizanibe lê dema ku tu Kurd bî, tu neçarî fêrî Kurdî bibî û xwedî li koka xwe derkevî. Bi vê gavê re hem zanist bi pêş dikeve hem jî bîra civakê ya ku ber bi jibîrkirinê ve diçû, zindî dibe û ew bîr dewlemendtir dibe. Bipêşketina civakê bi bipêşketina zanist û ziman ve girêdayî ye. Di pirtûkxaneyan de bi hezaran pirtûk hene ku mirov jê sûdê bigire, bêhtir xwe û çanda civaka xwe nas bike."

 

Gihiştina di bîrkariyê girîng e

Êlêna Mihemed di warê dersdayîna matematîkê de perwerdekar e. Ew wiha behsa dersa xwe dike; "Pirrbûna zimanan û fêrbûna wan bi qasî xweşiya wê, zoriyên wê jî hene. Zimanê min ê dayikê Romanyayî û Rûsî ne. Li dibistanên Moldovayê fêrî van zimanan bûm. Her wiha ez li vir jî fêrî zimanê Kurdî bûm. Wekî din ez bi Ingilîzî û Fransî jî dizanim, lê ewqasî ne şareza me di van zimanan de. Niha ez dersa matamatîkê li dibistanan didim şagirtan, lê belê divê ku ez di warê bîrkariyê de fikrên baş bigihîjînim şagirtan da ku ew di bîrkariyê bigihîjin. Ji ber ku matematîk ne tenê qanûn û hesab in, divê ku tu jê fêm bikî û bidî fêmkirin jî. Yanî gihîştina di bîrkariyê jî girîng e."

 

Ji xeyalan re wext û derfet divê

Êlêna Mihemed di dawiyê de wiha behsa xeyalên xwe dike: "Her mirovek xwedî xeyalek e. Xeyalên hin kesan zêdetir in. Ew jî hem wext û hem jî derfet jê re lazim e ku wan xeyalan veguherîne rastiyê. Min dixwest gelekî bigerim, welatan, netewe û rêûresmên wan nas bikim. Heke derfet çêbin ez ê dest bi pêkanîna xeyalên xwe bikim."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.