Ji milîtaniyê nehatin xwarê

Duşem 5 Hezîran 2023 - 14:13

HPG'ê 2 gerîlayên li Botanê şehîd bûn bi bîr anîn û got, “Hevrêyên me Abbas û Xemgîn heta nefesa xwe ya dawî tawîz ji milîtaniya fedaî nedan, bi hev re şehîd bûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Hevrêyên me Xemgîn û Abbas li herêma Perwarî ya Sêrtê dema ku bi erka xwe radibûn di 12'ê Cotmeha 2022’yan de bi wêrekiyeke mezin li dijî dijmin şer kirin. Dijminê ku nekarî bi hevrêyên me yên leheng, teknîka şer û balafirên şer bi kar anî û bi rengekî nemerdane êrişî hevrêyên me kir. Hevrêyên me Xemgîn û Abbas ku heta nefesa xwe ya dawî tawîz ji milîtaniya fedaî ya Apoyî nedan, bi hev re şehîd bûn.

Ew bûn ewladên bijarte û yên herî hêja yên gelê me ku veguherîn milîtan û fermandarên pêşeng ên partiya me. Cewhera leheng a xelkê Botanê di kesayetiya xwe de bi milîtaniya fedaî ya Apoyî kirin yek, li deşt û çiyayên Kurdistanê meşeke bi lehengî ya destanî meşiyan. Gundên Hêşet û Ewrex ku xwedî lehengên bi vî rengî bûn, xelkê Botanê û tevahiya gelê Kurd wê bi lehengiya wan timî serbilind be, wê weke sembolên têkoşîna me û milîtanên mînak wan bi bîr bîne.

Em sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja yên welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe nû dikin ku em ê ji xeta şehîdan ti carî tawîzê nedin.

Hevrêyê me Xemgîn, sala 1984'an li gundê Hêşetê yê navçeya Perwarî ya Sêrtê ji dayik bû. Di havîna 2009'an de tevî hevrêyekî xwe ji gund tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Xemgîn bi kesayetiya xwe ya dilnizm û derwêşane, xwe ti carî di ser hevrêyên xwe re nedît, bi her hevalî re têkiliyeke xurt a hevrêtiyê danî. Hevrê Xemgîn ku di temenê Pêngava 15'ê Tebaxê de bû, bû şopdarê şehîdên nemir û bi deh hezaran lehengên li van çiyayan têkoşiyan û bûn leheng. Her gava ku firsend dît derb li dijminê qirker û mêtinger xist, bi wêrekiya xwe ya bilind û bêtirs bû xwedî rêbazeke encamgir.

Hevrêyê me Abbas jî li gundê Ewrex ê navçeya Perwarî ya Sêrtê ji dayik bû. Tevî 2 hevrêyên xwe sala 2010'an li herêma Herekolê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Abbas ne tenê bi karekterê xwe yê kedkar û bi wêrekiya xwe ya şer, di heman demê de bîrdoziya Apoyî û taybetmendiyên sosyalîst ên şoreşgerî di kesayeta xwe de bi cih kirin û ji bo bibe kesayeteke azad kedek pirr xurt da. Di xebatên xwe de pêşengtî dikir, li her dera astengî lê çêdibû, çareserî didît. Hevrê Abbas bi tevlîbûna xwe ya rast, fedakar û bi dilnizmî her tim ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya moralê.

Hevrêyên me Abbas û Xemgîn ku heta nefesa xwe ya dawî ji fedaîbûna milîtanî tawîz nedan, bi hev re gihiştin şehadetê."

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne;

Xemgîn Hêşetî (Îrfan Çagla), li Sêrtê ji dayîik bûye, 12’ê Cotmeha 2022’yan li Botanê şehîd bû.

Abbas Herekol (Serhat Îpekten), li Sêrtê ji dayik bûye, 12’ê Cotmeha 2022’an li Botanê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.