- Berhemên hunermend Sînan Hezer li ser bergên pirtûkên bibîranên gerîlayan cihê xwe digirin. Ev yek jî gelekî dilê wî xweş dike û kela canê wî radike: Ez xêzkirinên xwe weke dewama bibîranînên hevalên xwe dibînim.
Şêwekarê Kurd Sînan Hezer bi pêşangeha “Marcheurs - Yên dimeşin” berhemên xwe yên pirreng ên li ser têkoşîn û îstîqrarê li bajarê Fransayê Rennesê nîşan dide. Pêşangeha wî, heta 1´ê Gulanê wê li serdana xelkê vekirîbe.
Pêşangeha “Marcheurs - Yên dimeşin” 14´ê Nîsanê li serdanê hatibû vekirin. Sibe saet ji 15:00´an heta 18:30´î jî hunermend Sînan Hezer wê li cihê pêşangehê be, hem ji bo bersiva pirsan bide, hem jî ji bo xelkê biçin serdana pêşangehê wî nas bikin. Centre Social Carrefour a li Rennesê, mêvandariya pêşangehê dike.
Koleksiyona berhemên di vê pêşangeha Sînan Hezer a yekem a solo ya li Fransayê de bi awira hunermendî tevahiya hêlên têkoşînê nîşan didin; peywenda wî ya têkoşînê jî jiyan bi xwe ye. Ev hêlên cihê yên têkoşînê di berhemên wî de bi rêzeke sembol û nîşanan hatine bicihkirin. Sînan Hezer ji bo vê yekê dibêje, “Ez yeqîn dikim ku ji bo têkoşînê îstîqrar lazim e û bi ya min gelek rê û rêbazên diyarkirina helwêsta beramberî wê hene.”
Di berhemên wê de em dibînin ku ew hewl dide tecrûbeyên nîşan bide, dîsa bi pêlavên “mekap” ew balê dibe ser hêzên gerîla yên azadiya Kurdistan. Ew di heman demê de êş û azara koçberiya bi darê zorê jî nîşan dide.
Sînan Hezer sala 1985´an li navçeya Mereşê Elbistanê hatiye dinê. Hîna zarok, hawîrdora wî mişt bû bi kesên îlhama hunerî bidinê. Ew dibêje, “Wêneyên sazkirî yên xanga min a ji min mezintir îlham dan min da ku ez bi xwe jî wêneyên xwe saz bikim.”
Hîna 5 salî bû, malbata wî pê hisiyaye ku behreya wî ya xêzkirinê heye. Wî jixwe paşê li Zanîngeha Marmara li Beşa Hunerên Bedew a li Stembolê wênezasî û mîmariya hundir xwend. Piştî xwendina xwe ew li navendên ciwanan weke mamosteyê wenesaziyê kar kir.
Zextên li ser hunerê azad
Lê karê hunerî jî gava azad be, li Tirkiyeyê mirovên wî karî azad bikin, dikevin hepsê. Ya hatî serê Sînan Hezer jî ev bû. Ji ber berhemên xwe ew pênc salan di hepsê de ma. Ew ji rojnameya Yeni Yaşamê re dibêje: “Ji ber berhemên min ên hunerî, ez ketim ber sansurê û zet li min kirin.”
Meydana darîçav a têkoşînê
Sînan Hezer bawer dike ku huner “weke torekê bi hev ve girêdayî” ye û “ji heman çavkaniya afirîneriyê xwe têr dike”. Bala wî li ser awayên mîmarî, detayên hunerî û portreyan e. Lê belê ew her wiha wêneyan jî digire. Jixwe hin ji wêneyên wî yên fotograf di kovarên ciwanan û rojnameyan de hatine weşandin. Ew wekî din ji bo şanoyê dekorên sehneyê çêdike. Di nava karên wî de bergên kitêban jî hene. Heta niha gelek pêşangehên wî yên solo û beşdariyên wî yên di nava pêşangehên komî de çêbûne.
Ji bo wî “meydana herî darîçav a têkoşînê, meydana huner” e. Weke sedem jî ew dibêje, “Bandorên vê navgînê demeke dirêjtir dewam dikin. Tesîra huner li ser şoreşên civakî û kirdebûna ferdî pirr bi hêz e. Di berhemên min de mirov heman sedem û hizrên ji bo têkoşînê yên di nava civakê de dibîne.”
Ya muhim ew e xelk wan bibîne
Ji bo Sînan Hezer muhim e ku berhemên hunerî bigihîjin xelkê: “huner dikare bi gelek awayan bê nîşandan û tişta muhim ew e ku ew bigihîje xelkê”.
Ew bergên pirtûkan weke yekê ji rêyên nîşandana hunerê xwe dibîne. Jixwe her diçe bêhtir jê dixwazin bergên pirtûkan çêke. Berhemên wî li ser bergên pirtûkên bibîranên gerîlayan cihê xwe digirin. Ev yek jî gelekî dilê wî xweş dike û kela canê wî radike: “Ez xêzkirinên xwe weke dewama bibîranînên hevalên xwe dibînim.”
Sînan Hezer hêvî dike bi pêşangeha xwe ya li Rennesê xwe bigihîne hawîrdoreke firehtir da ku karibe awira xwe ya li têkoşînê nîşanî wan jî bide. RENNES