- Hunermend Matt Roussel; “Rêwîtiya min a Moxolîstanê min bir ber bi xeyalên zarokatiyê ve.” Ew di kar û xebatên xwe yên hunerî de jî bîneran derdixe rêwîtiyên weke xeyalan û dike ku dinyayên nû kifş bikin. Ji çîrok, efsane û serpêhatiyên nav gel sûd werdigire û bi van çîrokan dinyayên xeyalî ava dike.
Hunermendê bi navê Matt Roussel di sala 2015’an derdikeve rêwîtiyekê û piştî demekê xwe li Moxolîstanê dibîne. Wî berê bi teknîka 3D gelek tiştî sêwirandibûn lê li Moxolîstanê biryar dide ku dev ji vê teknîkê berde û di hunerê de bi hin teknîkên nû dakeve. Piştî vê biryarê ev wêneyên wî yên xweşik ku li ser axşeb hatine çapkirin derdikevin holê. Hunera wî wî tenê ne ev e, wî di warê seramîk û multîmedyayê de jî gelek berhemên xweşik çêkirine û div an huneran de jî xwedî ezmûnên balkêş e.
Matt Roussel sere ewil bi axşebê dadikeve û bi vê stîla xwe ya nû gelek kompozisyonên fantastîk disêwirîne. Piştî demekê ew ji çapa ser axşeban ber bi seramîkê ve diçe û xwe din av rêûresmên “Raku” yên seramîkê de dibîne ku li Japonyayê pirr bi tesîr in. Di bin tesîra raku de peykerên afirîner jî çêdike. Bi vî awayî çend teknîkan bi hevre bikartîne û fîgûrên fantastîk bi cih dike di kompozisyonên xwe de. Ew bi van xebatên xwe bîneran dibe dûrî rastiyê û armanca xwe ya hunerî bi vî awayî şirove dike; “Ez bi van berhemên xwe dixwazim bîneran ji dinyaya heyî ber bi dinyayeke dîtir ve bibim. Dixwazim bi wan zewqeke nû bidim hîskirin û tiştên ecêb derdixim hemberî wan.”
Matt Roussel ji mêj ve xwestiye bibe îllûstratorê pirtûkên zarokan û ev xeyala wî her çûye mezintir bûye. Nexasim jî ji çîrokan hez kiriye û ji bo çîrokan fîgûrên fantastîk xêz kiriye. Ji bo vê yekê jî dibêje; “Çîrok her tim li ber dilê min şîrîn bûn û min ji wan hez kir. Ji lewma ji zarokatî ve min dixwest ji bo çîrokên zarokan xêz bikim.”
Dûrketina ji karên sanal
Matt Roussel dide zanîn ku piştî demekê ji karen sanal aciz bûye û ji bo afirîneriya xwe nîşan bide daye pey rêbazên nû. Ew vê lêgerîna xwe wiha tîne ziman; “Ez weke îllûstratorekî dixebitîm û her tim li ser kompîterê bûm. Êdî ji rûniştinê aciz bûbûm. Diviyabû ez hinekî dûrî karen sanal bikevim, ji lewma min biryar da ku bi karên axşeb ango çapê dakevim. Her wiha karên gravûr ên hevsera min jî pirr bala min dibirin ser xwe û bi vî awayî min ji van karên dûrî sanalê hez kir. Piştî pêşengeha xwe ya yekem a di vî warî de mola min bêhtir li vî karî hat û her çû min bêhtir hez kir ji van karan. Lê tenê karên axşeb min têr nedikirin ji lewma min dest bi seramîkê jî kir û peykeran jî çêkir.”
Ber bi xeyalên zarokatiyê ve
Matt Roussel bi spatûlayê van axşeban dikole û piştî îskeletê kompozisyonê derdixe holê dest bi boyaxê dike û wisa van gravûrên xwe temam dike. Ew ji vê forma nû ya hunerî pirr hez dike û dibêje; “Rêwîtiya min a Moxolîstanê min bir ber bi xeyalên zarokatiyê ve.” Ji xwe ew di kar û xebatên xwe yên hunerî de jî bîneran derdixe rêwîtiyên weke xeyalan û dike ku dinyayên nû kifş bikin. Ji çîrok, efsane û serpêhatiyên nav gel sûd werdigire û bi van çîrokan dinyayên xeyalî ava dike.
Çavkanî û îlhama hunera wî
Ji bo hunermendekî zarokatî û bîranîn girîng in. Matt Roussel jî bi teşwîqa diya xwe dest bi xêzkirinê kiriye. Di zarokatiya xwe de gelek ansîklopediyên hunerî xwendine. Nexasim jî bala wî çûye ser çîrok û efsaneyên Asya û Skandinavyayê. Her wiha wî ji hunera van welatan jî gelekî hez kirirye. Lê di kar û xebatên wî de çanda Flamanan, Japon û Çînê jî tesîra xwe nîşan dide. Wekî din mirov dibîne ku tesîra hunera Aztekan û Efrîkî jî li ser karên wî heye. Ew hunera van welatan weke çavkaniya hunera xwe dinirxîne û dibêje ez îlhama xwe ji vê yekê digirim.
NAVENDA NÛÇEYAN