Ji mêj e MÎT kontrol dike

Çarşem 15 Hezîran 2022 - 06:24

  • Kevnefermandarê hêzên Roj Riyad Selahadîn: PDK hin hêzên xwe kom bi kom dişîne Tirkiyeyê û MÎT wan perwerde dike. Ev kom bi vî rengî ji Tirkiyeyê re têne şandin û ji bo 40 rojan perwerde dibin. 6-7 sal in, hêzên PDK'ê hemû ketine bin kontrola MÎT’ê.

BÊRÎTAN SARYA/ANF/QAMIŞLO

 

Riyad Selahadîn ê ji Qamişloyê, yek ji wan kesan e ku di sala 1980’yî de tevî malbata xwe ji Rojava koçî Başûrê Kurdistanê kir. Ji payîza 1991'ê heta sala 2003’yan li nava PDK'ê fermandariyê ji pêşmergeyan, di navbera salên 2003 û 2011'an de li nava artêşa Iraqê fermandariyê ji hêzên Kurd re û di navbera salên 2011 û 2018'an de jî fermandariyê ji 'hêzê Roj' û hêzên Zêrevanî yên li nava PDK'ê re dike. Riyad Selahaddîn di Gulana 2018'an de ji van hêzan qut bû, çû Rojava û niha weke pisporê leşkerî li nava QSD'ê dixebite. Riyad Selahaddîn li gel vegotina çîroka xwe, qala wê yekê kir bê ka MÎT çawa hêzên PDK'ê perwerde dike û vê hêzê çawa kontrol dike.

Riyad Selahadîn li ser daxwaza PDK'ê sala 2003'an tevlî nava artêşa Iraqê ya nû dibe. Piştî 8 salên li nava artêşa Iraqê, sala 2011'an PDK jê dixwaze ku cihê xwe di nava damezrandina hêzêm Roj de bigire. Riyad Selahaddîn got, "Di bin sîwana Zêrevanî de dawiya sala 2011'an bi navê 'Leşkerên Roj' me Tabûra Xinis ava kir. Piştre jî li Gîveranê tabûreke din hate avakirin. Dema ku Tabûra 3'emîn jî hate avakirin êdî me ev kir yek û me Alaya 1'emîn ava kir. Rêveberên vê alayê jî Ez û Bedel Bendî bûn. Perwerdeya wan jî ji aliyê fermandarên Zêrevanî ve dihate dayin."

Riyad Selahaddîn ragihand ku hêzên Zêrevanî jî sala 2003’yan ve di bin sîwana PDK'ê de ji aliyê Ezîz Weysî ve hatiye avakirin û wiha dewam kir, "Wan nexwest bikevin bin sîwana Hikûmeta Kurdistanê ya Federe. Ezîz Weysî hin Bakurî, kesên ji PKK'ê reviyan, hin Rojavayî û Başûrî li hev civandin û ev hêz ava kir. Piştre dema ku hêza wan zêde bû, bi ser Wezareta Pêşmergeyan ve kirin. Fon, lojîstîka wan bi temamî ji Wezareta Pêşmergeyan e, dîsa jî ji aliyê leşkerî, siyasî û operasyonî ve fermanên xwe ji PDK'ê werdigirin. Yanî hêzeke ku bi temamî bi PDK'ê ve girêdayî ye."

Barzanî soza xwe xwar

Riyad Selahadîn da zanîn ku sala 2012'an bi Mesûd Barzanî re rûniştiye û got, "Barzanî got, 'Ez zanim ku çekên we nebaş in, maeşê we nîne. Maeşê ku ji we re tê dayin jî ez ji kîsê xwe didim'. Wê demê 100 dolar maeş didan me. Barzanî gotibû, vî maeşî ji bêrîka xwe dide. Me jî jê re got, em çekan dixwazin, pere naxwazin, naxwazin bi partiyên siyasî yên li Rojava ve girêdayî bin. Soz da me. Got 'Hûn ê leşkerên Barzanî bin'.

Dema ku me dest bi avakirina hêzên Roj kir, YPG hîna nehatibû avakirin. 2012'an dema ku me Alaya 1'emîn ava kir, me dixwest derbasî Rojava bibin. Me wê demê bihîst ku YPG ava bûye. Hingî li ser YPG û PYD'ê zêde agahiya me tine bû. Çapemeniya Başûr ji fermandarên li wê derê hemûyan re digot PKK ye. Tevî ku me xwest biçin Rojava, em neşandin. Piştre maeşên me û derfetên me baş kirin. Ji kampa Dûmiz û ji Başûr ji ber ku pere tine bû û karekî bihata kirin tine bû, bi sedan ciwanên Rojavayî tevlî dibûn. Hinek ji wan jî ji bo derbasî Rojava bibin tevlî dibûn. Bi vî rengî me Alaya 2'emîn ava kir. Di salên 2013-2014'an de êdî ENKS'ê xwe ferz kir. Bi taybetî PDK-S, bi rêya Parastinê zext li me dikir. Li nava Alaya 2'emîn 100 kes bi cih kirin ku bi temamî bi partiya wan ve girêdayî bûn. Ji xwe Alaya 3'emîn jî bi temamî ji ENKS'iyan hate avakirin. Barzanî soz dabû me ku wê dest li karên me wernedin, em ê bi wan ve negirêdayî bin, lê belê li ser soza xwe nesekinî.

Li Başûr jî ne ji hêzên Roj re ne jî ji hêzên pêşmergeyan ên giştî re perwerdeya siyasî dihate dayîn. Perwerde hemû leşkerî bûn. Di perwerdeyan de digotin, 'Rojava wê bikeve destê PKK'ê. Hûn li hemberî vê yekê hêza xwe ava bikin, wan deveran bi dest bixin û hikûmeta xwe ava bikin'. Di perwerdeyan de timî li ser PKK'ê axaftinên gelekî nebaş dihatin kirin. Bi taybetî ENKS'iyan timî li dijî Şoreşa Rojava tiştên nebaş digotin.”

Ya PDK´ê zexelî ye

Riyad Selahedîn got, “Piştî ku perwerdeyek qediya 5-6 mehan carekê ji ofîsa siyasî ya PDK'ê yan jî ji ofîsa serokatiyê dihatin bi me re civîn dikirin. Wan digot, 'Hûn Sûriyeyî ne, divê hûn hikûmeta xwe ava bikin, em nikarin bibin hikûmet'. Ji bilî vê zêde li ser PKK'ê nediaxivîn. PDK'ê bi avakirina vê hêzê re hem dixwest Rojava û Rojavayiyan kontrol bike hem jî hêzek li dijî PKK'ê ava dikir.”

Wî wiha anî bîra xwe gava dewleta Tirk û saziyên wê perwerdeyê didin: “Dema ku hêzên Roj û Zêrevanî ji aliyê Tirkan ve hatin perwerdekirin, ez hingî amade bûm. Bi navê 'Koalîsyona Navneteweyî' ev hêz ji aliyê fermandarên Tirk ve têne perwerdekirin. Min bi xwe dît, fermandarekî Tirk ders dida. Li gel wî jî tercûmanekî Kurdî hebû, ders dida Alaya 3'emîn a hêzên Roj. Li gorî agahiyên min PDK hin hêzên xwe kom bi kom dişîne Tirkiyeyê û MÎT perwerdeyê dide wan. Beriya 6 mehan pê hesiyam ku ev kom bi vî rengî ji Tirkiyeyê re têne şandin û ji bo 40 rojan perwerde dibin. 6-7 sal in hemû hêzên PDK'ê ketine bin kontrola MÎT’ê.”

 

Wiha ji wan qut bû

Berxwedana Kobanê û berdêlên YPG dide bandorê lê dikin. Propagandaya xirab a ENKS´ê û PDK´ê li dijî YPG´ê nakokiyên wî bi PDK û ENKS´ê re zêdetir kirine. Gava ku sala 2015´an ENKS qebûl nake ku hêzên Roj tevî QSD´ê şerê DAIŞ´ê bikin jî nakokiyên wî zêdetir dibin: “ENKS´ê dixwest ku hêzên Roj weke artêşeke cuda li Rojava bimîne. Dema ku fermandarê Emerîkî pirsî 'hûn dixwazin li ku bimînin?' hingî gotin Rimêlan û Qereçox. Li wan deveran şer tine bû. Ji bo petrolê digotin. Hîn ji bo Rojava tiştek nekiribûn lê her yekî ji bo rêveberiya xwe cihek tayîn kiribûn. Min jî got, şer li ku be ez dixwazim tevî YPG'iyan biçim şer. PDK'ê ez tevlî civîna sêyemîn nekirim. Parastinê nehişt ku biçim civînê. 2016'an hin hevalan xwest biçin Rojava, hingî li Hewlêrê ez jî girtim. 4 mehan piştî ku girtî mam, di Fermandariya Zêrevanî de ez tevlî wezîfeya pasîf kirim. Di Gulana 2018'an de qut bûm û hatim Rojava."

Şerê li dijî PKK´ê nekin

Riyad Selahadîn li ser kirinên PDK´ê di warê dorgirtina li gerîla de agahdar e: “PDK'ê hêzên xwe yên Gulan 1, Gulan 2 û Roj li derdora qadên gerîla bi cih kir. Li qedemeyên destpêkê Gulan 1 û Gulan 2 hene. Gerîla dorpêç kirine. Di şer de aktîf nînin, lê belê leşkerên Tirk van bi kar tînin. Kincên van li xwe dikin û bi wesayitên van li xeta Şêladizê, Sîrî xwe nêzî qadên gerîla dikin û êriş dikin."

Riyad Selahaddîn di dawiyê de bang li hêzên PDK´ê û Roj dike da ku şerî PKK´ê nekin: "Li dijî PKK'ê, li dijî Kurdan şer nekin. Me ji xwe re bikin mînak. Eger hûn nikarin mil bidin milê gerîla û li dijî dewleta Tirk şer nakin jî dor li gerîla negirin, nebin amûrek ji vî şerê qirêj re. Dest ji çeka xwe berdin û biçin li mala xwe rûnên."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.