• Rojnameya La Marseillaise, Meşa Dirêj a di çarçoveya kampanya "Azadiya Ocalan" de ya ku li Elmanya û Fransayê bi rê ve çû û meşa fînalê ya li Strasbourgê di manşeta xwe de dît.

Rojnameya La Marseillaise, Meşa Dirêj a di çarçoveya kampanya "Azadiya Ocalan" de ya ku li Elmanya û Fransayê bi rê ve çû û meşa fînalê ya li Strasbourgê di manşeta xwe de dît.

Ji 6´ê Sibatê heta 12'ê Sibatê di çarçoveya kampanya "Azadiya Ocalan" de li Elmanya û Fransayê du meşên dirên ên sereke, bi rasthatina salvegera 23´yan a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, hatin lidarxistin. Di van meşan de komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Piştî fînala van meşan a li Strasbourgê ya bi beşdariya bi hezaran kesî, rojnameya La Marseillaise, bi sernavê “Ji Martiguesê ber bi Marseilleyê ve bi Hezaran Kes" ev meşên dirêj kirin manşet. 

Rojnameyê, derbarê mijarê de got, "Piştî ku 23 sal di ser revandina Abdullah Ocalan re bihurîn, ji bo Mandellayê Kurdan daxwaza berdanê tê kirin." Rojnameyê 4 rûpelên xwe ji dosyaya Meşa Dirêj re veqetandin. 

NAVENDA NÛÇEYAN