Polêsê bajarekî li bakurê paytexta Japonyayê Tokyoyê, ji bo ku “Kurdên li bajêr” întegre bike, rojnameyeke belaş a “bi Tirkî” diweşîne. Nebêjin ecêba ji ecêban; rojnameya me jî bi Tirkî ji Kurdan re derdikeve. Axir em ê agahiyên ji rojnameya Japan Today bi we re parve bikin. 

Em behsa Midûriyeta Giştî ya Polêsan a Kawaguchi ê li wilayeta Saitama dikin. Li bajêr qederê hezar û 500 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê hene û hemû jî penaber in: “Ji ber zilma dewleta Tirk di salên 90´î de reviyane”. 

Rayedarekî midûriyeta polêsan Hideaki Konno gotiye, “Bi ya me ev ê dilê wan rehet bike ku li welatekî xerîbistanê zimanekî nas dikin, bibînin.”  
Miduriyeta Polêsan sala 2017´an dest pê kiribû bi Ingilîzî û Çînî jî rojnameyeke mehane belav dikir. Niha ev rojname “ji bo Kurdan” “bi Tirkî” jî derdikeve. 

Yek ji deverên rojname lê tê belavkirin restorana Happy Kebab a Tevfîk Taş e, ew jî dibêje, “Rojname baş in, ji ber ku hin Kurd bi Japonî nikarin bixwînin. Em wisa hîs dikin ku em beşek ji civakê bin.”

Deverên li jor di nava nîşaneke dunikê de ji ber nûçeya Japan Today hatine wergirtin. Belkî ev rewşa heyî ya civaka Kurd rewşa trajî komîk a peywendiya vê civakî bi Kurdî re jî nîşan dide. 

TOKYO