Ji Kurdan dizîne dane faşîstan

Çarşem 17 Gulan 2023 - 00:12

  • Derket holê ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê li gelek sindoqan dengên Partiya Çep a Kesk bi awayekî organîzekirî bi komî hatine dizîn. Ev deng di portala qeydkirina dengan a fermî SIPPORT´ê de bi pirranî ji MHP´ê re hatine nivîsandin. 

Doh derket holê ku li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengên Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) yên ku li ser belgeyên îmzekirî ne, gava ku Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirk (YSK) dizîne. Pirraniya van dengan jî ji MHP´ê re hatine nivîsandin. Pêşî çendek sindoq eşkere bûn li Bismil, navenda Amedê ku temamê dengên HDP´ê ji MHP´ê re hatibûn nivîsîn. Piştre ji seranserê Bakurê Kurdistanê ev hîleya hanê derket holê û paşê jî li tevahiya metropolên dengên Kurdan li wan zêde, belge hatin tesbîtkirin.  

Pêşî berdevkê navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî daxuyanî da, ev sextekarî li raya giştî eşkere kir. Wî her wiha bal bire ser hewldanên xespkirina hilbiajrtinê li Colemêrg, Erzirom û deverên din jî û got, “Em ê nehêlin ku li ti cihî deng bêne dizîn, em ê heta dawiyê li ber xwe didin."

Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP´ê û nûnerê HDP'ê yê li YSK´ê Mehmet Ruştu Tîryakî got, li Colemêrgê wan bi dengên derveyî welat 3 parlamenter wergirtine û li ser hin sindoqan îtîraz hene. Tîryakî destnîşan kir ku namzetên AKP’ê yên Colemêrgê bi rêya walî û wezîfedarên mulkî yên îdarî yên dewleta Tirk re dixwazin parlamenterekî ji destê Partiya Çep a Kesk derxin.

Tîryakî anî ziman ku encamên jimartina dengên Colemêrgê hemû di destê wan de hene û li pergala YSK’ê hatiye barkirin: “Encamên her sindoqa li Colemêrgê di destê me de ye. Di heman demê de ev encam li pergala YSK’ê hatine barkirin. Em ji vir, waliyê Colemêrgê, amîrên mulkî hişyar dikin; hûn ne serokê AKP’a bajêr û nûnerên siyasî ne. Hûn nikarin li gorî serokê AKP’a bajêr, nûnerê bajêr ê partiyekî, wek karên siyasî tevbigerin. Em vê red dikin. Hûnê nikaribin bi ser bikevin.”

Tîryakî encamên sindoqên ku şaş hatine qeydkirin jî parve kir û got, ew li dijî van sindoqên hatine dizîn û şaş hatine qeydkirin, îtîrazên xwe dikin. 

 

Bi komî dizîne

Lê derket holê ku ji gelek bajaran dengên Partiya Çep a Kesk gava li Portala Partiyên Siyasî ya YSK’ê (SIPPORT) hatine barkirin, hatine dizîn û li hesabê partiyên di Tifaqa Cûmhûrê de hatine nivîsîn. 

Li navçeya Şirnexê Cizîrê, di 3 sindoqan de dengên Partiya Çep a Kesk di pergala SIPPORT´ê de li hesabê partiyên di nav Tifaqa Cûmhûrê de hatine nivîsîn. Di sindoqa bi hejmara 1085’an de 174 dengên Partiya Çep a Kesk ji Partiya Yekitiya Edaletê re hatine nivîsîn, di sindoqa bi hejmara 1240’an de 233 dengên Partiya Çep a Kesk ji MHP’ê re, di sindoqa bi hejmara 1249’an de 147 dengên Partiya Çep a Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn.

Li navçeya Basayê jî di sindoqa bi hejmara 1006’an de 122 dengên Partiya Çep a Kesk li hesabê MHP’ê hatine nivîsîn. Dengek jî ji Partiya Çepên Kesk re hatiye nivîsîn. 

 

Colemêrg û Riha 

Li navenda Colemêrgê di sindoqa bi hejmara 1094’an de 229 deng ji Partiya Çep a Kesk re hatin dizîn. Li navçeya Halîliye ya Rihayê di sindoqa bi hejmara 1120’an de 82 dengên Partiya Çep a Kesk ji Partiya Yekitiya Edaletê re hatine nivîsîn. Di sindoqa bi hejmara 1069’an de jî 74 deng ji MHP’ê re hatine nivîsîn. 

 

Êlih, Mêrdîn û Amed

Li navenda Êlihê di sindoqa bi hejmara 1051’an de 232 dengên Partiya Çep a Kesk di girteka yekkirinê ya navçeyê de ji Partiya Yenîlîk re hatine nivîsîn. Li Nisêbîn a ser bi Mêrdînê, di sindoqa bi hejmara 1035’an de 225 dengên Partiya Çep a Kesk ji MHP’ê re hatin nivîsîn. Li navçeya Peyas a Amedê di sindoqa bi hejmara 2252’yan de 198 dengên Partiya Çep a Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn, di sindoqa bi hejmara 1099’an a Dibistana Seretayî ya Ayşe Nûman Konakçi ya Peyasa Amedê jî 173 dengên Partiya Çep a Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn. Li Farqîn a ser bi Amedê di sindoqa bi hejmara 1032’yan de 228 deng, di sindoqa bi hejmara 1145’an de jî 125 dengên Partiya Çep a Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn. 

Li sindoqa Hejmar 1234 a li Bismilê 233 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin. 

Izmîr

Li navçeyên Karşiyaka û Menemenê di du sindoqan de bi komî 150 dengên Partiya Çep a Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn. 

Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, hîna li gelek sindoqan ev diziya organîzekirî ya li ser portala SIPPORT´ê eşkere dibû. Tevî ku dema îtîrazan bi dawî jî bûye, ev yek wê nîşan bide ku esas hilbijartin, ne rewa ne. Gelo îtîrazên hatine kirin wê encama parlamenterên Yeşil Sol Partiyê biguhere yan na, hîna zelal nebûye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.