• KCK: Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê û hevgirên wan ên navneteweyî komployê dîsa zindî dikin û dixin rojevê. Ne gelê Kurd û ne jî Tevgera wî, wê pergala êşkenceyê ya Imraliyê û siyaseta tecrîda mitleq qebûl nekin. Bi her cure berxwedanê bersivê didinê.

KCK'ê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, di salvegera wê ya 23´yan de şermezar kir û bang li gelê Kurd, dostên gele Kurd kir da ku xwedî li Ocalan derkevin û hesab ji hêzên komploger bipirsin.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, ''Ji bo rakirina tecrîda mitleq, heta ku encam were girtin, têkoşînê bibin asta herî jor.''

KCK´ê têkoşîna li dijî tecrîdê silav kir û wiha dewam kir: “Em Şehîdên xwe yên leheng ku bi dirûşma, ''Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin'' li dijî komployê li dora Rêbertiyê bûne xelekeke ji agir, di şexsê hevrêyên me Halît Oral û Viyan Caf de careke dî slav dikin, em soz didin ku dilsozê bibîranînên wan bin. Em berxwedana 23 salan a gelê me yê leheng û dostên me yê li bara komployê û asta xwedîderketina li Rêber Apo slav dikin.”

KCK´ê bi bîr xist ku hêzên komploger bi pêşengiya DYE'yê, xwe hazir dikirin bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bikevin sedsala 21'ê û ji ber vê li dijî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê û fikra wan a 'Kurdê Azad', 'Mirovê Azad', ''Civaka Demokratîk û Azad' komplo gerandine. 

Êsîrtiya rêbertiyê wek ya xwe dît

KCK´ê got, Ocalan û miletê Kurd ev komplo bi berxwedana xwe pûç kiriye û wiha dewam kir: “Xeleka berxwedanê ya gelê me û şehîdên me yên leheng li dora Rêbertiyê, bûye xeleka sereke ya pûçkirina komployê. Ji ber ku gelê me Rêbertiya me ji bo xwe weke pevgihîna giştî ya nirxên afirandî dît. Dît ku ya ku di şexsê Rêbertiyê de tê vederkirina, tê xwestin ku li Girtîgeha Giravê ya Yekkesî de were mehkûmkirin, esas 'Kurdîtiya azad' e, ango ew bi xwe ye. Ji ber vê jî êsîrbûna Rêbertiyê weke êsîrtiya xwe dît.”

Li Îmraliyê tevgera hêviya hat birêxistinkirin 

KCK´ê bi bîr xist ku Ocalan di şertên tecrîdê de jî ji bo pûçkirina komployê xebitiye û got, “Pêvajoya esaretê ya 23'an a Imraliyê, weke ku hêzên komploger armanc dikirin neçû, berevajî, bû pêvajoyeke wiha ku ji bo mirovahiyê, ramana civaka azad ji her alî ve hate geşkirin û gihandin. Ev fikir û ramanên ku Rêber Apo, îro li her devera Kurd lê, dibin pergaleke civakî. Di şexsê Kurdan û jinan de çewisandî hemû, ji van qewimînan îlhameke mezin digirin. Ev jî vediguhere coş û kelecanê, tevgereke mezin a hêviyê.”

Kurd û tevgera wan tecrîdê red dikin

KCK´ê bi bîr dixe ku dewleta Tirk tevî hin hêzên komploger, di dewam komployê û qirkirina Kurdan de israr dike û dibêje, “Dewleta Tirk a mêtingeriya qirker, bi desteka hin hêzên di nav komployê de, tişta ku bi komploya navneteweyî ya Sibata 1999'an bi ser nexist, bi pêngavên nû yên qirker, niha dixwaze bi ser bixe. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê û hevgirên wan ên navneteweyî komployê dîsa zindî dikin û dixin rojevê. Ne gelê Kurd û ne jî Tevgera wî, wê pergala êşkenceyê ya Imraliyê û siyaseta tecrîda mitleq qebûl nekin. Bi her cure berxwedanê bersivê didinê.”

Kurd wê têkoşînê geş bikin

KCK´ê got, emrê hikûmeta faşîst a Tirk êdî bi dawî bûye û got, “Dijminatiya li Kurdan a hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê, tenê di nav sînorên Tirkiyê de nema, li her devera Kurd lê belav bû. Bi derewa têkoşîna dijî terorê, her roj çiya û deştên Başûrê Kurdistanê têne bombekirin, gundên sivîl ên Kurdan bombe dike. Li Rojava her roj bi droneyên biçek wesayitên sivîl bombe dike, bi obûs û hawanan zarokên dilîzîn dikuje. Ji gelê me yê Êzîdî yê li Şengalê tola DAIŞ'ê dihilîne. Gelê me yê welatparêz ê li kampa penaberan a Mexmûrê, her roj bi balafirên şer bombe dike. Herî dawî şeva 1'ê Sibatê êrişa hewayî bire ser Memxûr, Şengal û Dêrikê, berdewama êrişên qirker ên li dijî Kurdan e.

Eşkere ye ku Kurd li dijî vê siyaseta qirkirnê û êrişan wê bi biryardariyeke mezin têkoşînê geş bikin.”

Azadiya Ocalan a me ye

KCK´ê wiha îşaret bi girîngiya azadiya Ocalan kir: “Civakeke ku rêbertiya xwe girtî be, ew civak jî girtî ye. Ji ber vê jî, girtîbûna Rêbertiya me girtîbûna me, azadiya wî jî azadiya me ye. Heta ku Rêbertiya me girtî be, her nîqaşa bi navê çareseriyê wê bêmane be. Heger wê girtîbûna daimî ya serokatiyê û tecrîdkirina wî, wê nebînin, em ê baweriyê bi nîqaşên xwedêgiravî alîgirê çareseriyê, neyînin. Roj roja têkoşînê ye. Roj, roja berxwedanê ye. Wisa jî, di sala 24'an a komploya navneteweyî de, bi gelê xwe re bi teqezî em ê komployê têk bibin.”

Ji bo rakirina tecrîda mitleq, pûçkirina pîlanên nû KCK´ê bang li gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir: “Heta ku encamê bistînin, têkoşînê bibin asta herî bilind. Di serî de ciwanên Kurd û jinên Kurd, berpirsyariya wan e ku pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Em bang li ciwanên Kurd û jinên Kurd dikin, ji bo şertên bitendurist û azadiyê yên Rêbertiya me pêk werin, rêxistiniyê geş bikin û çalakiyê xurtir bikin.

Em bang li dostên xwe dikin, ligel Kurdan, xwedî li Rêber Apo derkevin yê ku rê li ber xwişk û biratiya gelan û yekîtiya demokratîk vekiriye, tecrîda mitleq a Imrlaiyê şermezar bikin û ji rejîma mêtinger a qirker a TC'ê û rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ya dijminê Kurdan, ji tevahiya hêzên komploger hesab bipirsin.''

BEHDÎNAN