Ji Kevana Zêrîn klîpa ‘Sakîneyê’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Çile 2025 - 02:00

Tevgera Çanda Jinan a Kevana Zêrîn, bi sedema 12’emîn salvegera şehadeta yek ji damezrînerên PKK’ê û pêşenga Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz, klîbek bi navê ‘Sakînayê’ çêkir û cara yekê bi NUJINHA’yê re parve kir.

Gotin û awazê strana bi navê ‘Sakînayê’, ji aliyê Sîdar Amed ve hatine amadekirin. Klîba stranê jî ji aliyê Feraşîn Demhat ve hatin çêkirin. Aranje û mîksa wê ji aliyê Xwezan Harûn, saz ji aliyê Mordem Firat, gîtar ji aliyê Varon Candemîr ve hatin lêxistin.  Xwezan Harûn û Mordem Firat bi hev re vokalîstiya stranê kirin.

‘Heval Sara efsûna jiyana şoreşger e’

Sîdar Amed ê ku stranê dibêje, diyar kir ku gava gotinên stranê nivîsiye gelek tengasî kişandiye, ji ber ku nikaribûye Sakîne Cansiz bi gotinan bîne ziman. Sîdar Amed got: “Gava destpêkê min Heval Sara nas kir, liv û tevgerên wê, sekna wê ya bi dîsîplîn, bandorek mezin li min kirin. Min ji xwe re got ku ‘cewhera xwe ji Rojê girtiye’ û ev yek bûye sedem ku xweşiktir û bi heybettir bibe. Min ev stran, wek deyneke rêhevaltiyê nivîsand. Hemû jin, mêr, her kesên ku heval Sara nas dikin, pêwîst e behsa wê bikin. Heval Sara, efsûna jiyana şoreşger e.”

NÛJÎNHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.