Ji bo hilbiajrtina 14´ê Gulanê, hilbijêrên ku li derveyî Tirkiyeyê qeydkirî ne, wê karibin li deriyên sînor ên Tirkiyeyê jî dengê xwe bidin. Li deriyên sînor û li balefirxaneyên navneteweyî yên li Tirkiyeyê, sindoq hatin danîn. Ji bo dengdanê wekî din jî dîwarên seyar ji bo hilbijêran hatine danîn. Hilbijêrên ji derveyî Tirkiyeyê, wê ji îro saet 08:00´an heta 14´ê Gulanê saet 17:00´an gava di deriyên sînor de bikevin Tirkiyeyê wê karibin dengê xwe bidin. Li gorî biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirk, li “deriyên gumrukê” kesên li lîsteyên hilbijêrên a ên derveyî Tirkiyeyê (Yurt dişi seçmen kutugu) qeydkirî dikarin dengê xwe bidin.
NAVENDA NÛÇEYAN