Ji HRRK’yê pêşbaziya helbestên Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Çile 2024 - 01:55

HRRK'ê (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) îsal jî Pêşbaziya Helbesta Kurdî ya Ciwanan da dest pê kirin. Yên bixwazin divê heta 10'ê meha Adara 2024'an berhemên xwe bişînin ber destên amadekaran.

Ev pêşbazî li Rojava li dar dikeve û kesên bixwazin beşdar bibin jî divê li Rojava yan jî li Sûriyeyê bijîn û temenê wan jî di navbera 18-30 de be. Roja 29'ê Nîsana 2024'an ku ev roj roja jidayîkbûna Janê Xelef e wê navên xelatgiran bê eşkere kirin.

Pêşbaziya îsal bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a li Ingilistanê li dar dikeve. Berhema yekem bi 500, ya duyem bi 300 û ya sêyem jî bi 100 dolarê Emerîkî dê bê xelatkirin.

Li hêla din HRRK’yê da zanîn ku wan “Xelata Afirandinê” ya sala 2023’an daye muzîkjenên Kurd Mehmûd Berazî û Sefqan Orkêş. HRRK ev xelat ji sala 2016’an ve dide kesên ku xizmeta Kurdî dikin û ji bo Kurdî dixebitin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji sala 2016'an ve "Xelata Afirandinê" ku wekî xelata salê dide kesên ked dane kurdî. Komîteya HRRK'ê ji bo sala 2023'yan du nav hilbijart: Muzîkar Mehmûd Berazî û Sefqan Orkêş. Xelata Afirîneriyê ya îsal bi piştgiriya Dr. Mihemed Elî Ebdê (Dr. Memo) hate dayîn ku nirxê wê 1000 dolarê Emerîkî ye.

Du şervanên muzîka kurmancî

HRRK’yê di daxuyaniya xwe de got; “Du xebatkarên qada afirandin û dahênana bê rawestan û bê westan ku temenên xwe ji bo berfirehkirina asoyên hunera resen û vedîtina kêlîkên wendayî yên bîrdank û hiş û bîr û şopên talanbûyî yên hest û nestan terxan kirine. Du şervanên peyv û stranê, û du serkêşên gernameya hunera kurmanciya me ya birîndar, ku bi dehan sal in li koşeyên tarî, li gencîneyên veşartî digerin û hewl didin pêşkêşî me û nifşên nû bikin. Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRK'ê her du xelatgirên 'Xelata HRRKê ya Afirandinê' ya sala 2023ê; muzîkjenê afirêner Mehmûd Berazî û hunermendê behremend Sefqan Orkêş ji dil û can pîroz dike, serkeftin û berdewamiya berhemdayîn û afirandinê ji wan re dixwaze."

HRRK'ê di sala 2018'an de xelat da şêwekar Zuhêr Hesîb, di sala 2019'an xelat dabû nivîskar Reşîd Sofî û muzîkar Mihemed Elî Şakir, di sala 2020'î de xelat dabû zimanzan Deham Ebdulfetah û nivîskar Merwan Berekat, di sala 2021'ê de xelat dabû Konê Reş û Salihê Heydo û di sala 2022'yan de jî dabû Mizgîn Tahir û Berzo Mehmûd.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.