Ji hikûmeta xwe re bibêjin…

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Komeke anonyme a Iraqî, malpera rêyên hewayî yên dewleta Tirk THY hack kir.

Komeke anonyme a Iraqî, malpera rêyên hewayî yên dewleta Tirk THY hack kir. Komê da zanîn ku ev yek ji bersivên li dijî êrişa dewleta Tirk a li dijî havîngeha Perexê ya li Zaxoyê bûye. Yanî ji bo 9 Iraqiyên dewleta Tirk bi topbaranê qetil kirin û bi dehan Iraqiyên di heman êrişê de birîndar bûyî, vê komê malpera înternetê ya THY hack kir. Komê li ser malpera hackkirî wiha nivîsand: "Li qisûrê nenihêrin, hûn îro girtî ne. Ji hikûmeta xwe re bibêjin, bila êdî Iraqê bombe neke."  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.