Ji hêza jinê ditirsin

Sêşem 27 Tebax 2024 - 02:40

Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi SÎHA’yê êrişî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn kir û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê qetilkirina rojnamevanên jin şermezar kirin û gotin, dewleta Tirk ji hêza jinê ditirse.

Rojnamevan Peryan Ehmed, ewilî rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi bîr anî û got:“Ez bejna xwe li ber şehîdan ditewînim, armanckirina jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve nîşaneya wê rastiyê ye ku ew çi qas ji hêza jinan û rê û rêbaza wan ditirse. Ez bi tundî rexne li desthilatdariya Kurdî û wan sendîka û aliyan dikim ku li hember vê teror û komkujiyê bêdeng in û nerazîbûnê nîşan nadin. Em destnîşan dikin ku em ê her tim li ser rê û rêbaza rastî û heqîqetê berdewam bibin û rêya xwe winda nekin, em ê bersiva van êrîşan bidin û tola şehîdên xwe bistînin.”

Rojnamevan Bêrîvan Bergareyi jî da zanîn ku ev teror nikare bê alîkariya xeta xiyanetê pêk were û got: “Em vê êrîşê şermezar dikin, ne gengaz e ku dijmin bê xeta xiyanetê bikare bi vî awayî wan bişopîne û me guman tune ye ku hevkariya dewleta Tirk a faşîst tê kirin, dijmin wisa difikire ku em ditirsin, lê em qet natirsin û em ê rê û rêbaza şehîdên xwe bidomînin û ew ê bersiva me ji bo êrîş û kiryarên qirêj ên dijmin wê hebe.”

ANF/DÎDAR ŞEHLA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.