Ji hewa û erdê derba gerîla

Duşem 5 Tebax 2024 - 03:15

  • HPG'ê bîlançoya şer a meha Tîrmehê eşkere kir. Hate ragihandin ku di 205 çalakiyên gerîla yên hewayî û bejahî de SÎHA'yek, 2 helîkopter hatin xistin û yek jê yarbay 56 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Tîrmehê bi daxuyaniyekê ragihand. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi bîranîna fermandara me ya fedaî ya nemir hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) û dilsoziya pê re, dest bi meha Tîrmehê kirin. Di meha Tîrmehê de ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hate kirin, li ser xeta hevrê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz israr kirin û berxwedan mezin kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê meha Tîrmehê li hemberî her cûre êrişên artêşa Tirk a dagirker ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê li ber xwe dan û asteke girîng a berxwedanê afirandin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker

Artêşa Tirk a dagirker li gel bombardûman û tevgerên bê hejmar ên li Bakurê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer, 56 caran bi çekên kîmyewî û 64 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir û careke din sûcên şer kir. Hêzên me li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên  bi teknîka şer a ji hewayî û bejahî, ruhê fedaî yê Apoyî bilind kirin, di taktîkên gerîla, rê û rêbaza tevgerê û çalakiyan de xwe kûr kirin, bi vî rengî bersiv dan û planên dijmin têk birin. Di meha Tîrmehê de endamê Fermandariya Eyaleta Gabarê hevrê Herekol û hevrê Ekîn ên bi fedakariyeke mezin û ruhê fedaî yê Apoyoî pêşengî ji têkoşîna me ya li Bakurê Kurdistanê re kirin, Fermandara Herêma Katoyê hevrê Benda, Destîna û Baran, hevrê Newal, Dijwar û Jiyan yên pêşengî ji berxwedana li Metînayê re kirin, hevrêyên me Canfeda , Çinar, Canfeda  û Sîdar yên ruhê berxwedana fedaî ya li Zapê bilind kirin, gihîştin şehadetê. Em hevrêyên xwe yên ku li ser bingeha Xeta 14'ê Tîrmehê bi lehengî têkoşiyan û şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku armancên wan teqez bi ser bixînin.

SÎHA’yek 2 Helîkopter hat xistin

Hêzên me di nava meha Tîrmehê de SÎHA'yek xistin xwarê, ji aliyê Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş ve 26 çalakiyên hewayî, her wiha bi gelek taktîkên gerîla 178 çalakiyên bejahî hatin lidarxistin; bi giştî 205 çalakî hatin kirin. Di encama çalakiyên hêzên me de 12'ê Tîrmehê li ezmanê Asosê li SÎHA'yeke AKSÛNGÛR hate xistin û SÎHA li nêzî gundê Pîrzalan ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê kete xwarê. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky ên artêşa dagirker hate xistin. Di Skorsk’ya ku 10'ê Tîrmehê hate xistin de pîlot û temamiya dagirkerên tê de mirin. Di Skorsk’ya ku 16'ê Tîrmehê hate xistin de pîlot ê serdar Mûstafa Şen û Pîlot ê Tegmen Şamîl Saz jî di nav de 10 dagirker bi giranî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker û medya şerê taybet têkildarî çalakiyên mezin û xurt ên gerîla ku bi belge û dîmenan hate nîşandan, ti daxuyanî nedan. Bi bêdengiyê hewl dan ku windahiyên xwe yên giran û bandora çalakiyên gerîla yên serketî asteng bikin. Lê belê hêzên me çalakiyên xwe yên bi bandor bi rengekî bênavber dewam kirin, li Metînayê bi rêbaza sabotajê çalakî lidar xistin û di encamê de li navenda fermandariya tevgera dagirkeriyê ya li Zap û Metînayê yarbayê piyade Abdullah Cem Demîrkan û ustegmen û çawişê pispor ê bi wî re ceza kirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî bi rojan di nîvê şevê de bi vê windahiya xwe mikur hat.

Bilançoya şer a meha Tîrmehê

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

Êrişên bi balafirên şer: 345, Êrişên bi helîkopteran: 52, Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer: 2, Êrişên bi teqemeniyên qedexekirî: 64, Êrişên bi droneyên bombebarkirî: 1, Êrişên bi çekên kîmyewî: 56,

Di şer û êrişan de 11 gerîla şehîd bûn.

Çalakiyên gerîla

Çalakiyên gerîla yên hewayî: 27, Çalakiyên gerîlayê yên bejahî: 178, Temamiya çalakiyên gerîla: 205

Kuştiyên dijmin

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 56, Dagirkerên bi paye yên hatin cezakirin: 2, Dagirkerên birîndar bûn: 46

Amûrên leşkerî yên hatin tinekirin

SÎHA AKSÛNGÛR: 1, Helîkopterên Skorsky: 2, Wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî: 6, Wesayitên leşkerî yên zirxî: 1, Vînç: 2
Qemyon: 2, Cebilxane û teqemenî: 2, Droneyên bombebarkirî: 6, Konteynir: 1, Kamerayên mobesse: 15, Çeper: 12, Kon: 7
Bombeavêj: 1, Projektor: 1

Amûrên hatin derb kirin

Helîkoptera Skorsky: 1, Wesayita zirxî ya leşkerî: 1, Kepçe: 2, Konteynir: 1, Çeper: 15

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.