Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Strasbourgê yê Franseyê li ber Konseya Ewrûpayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê doh di hefteya sisiyan de bi dawî bû.
Ji gelek welatan ciwan û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêber Apo beşdarî çalakiyê bûn. Ciwanan di peyamên xwe de diyarkirin ku ew ji bo azadiya Rêber Apo beşdar bûne û ew ê ji niha û pê ve jî çalakiyên xwe bidomînin.
Endamê Înisiyatîfa Global a Azadî Ji bo Rêber Apo prof. Jose Maria Sison got, “Divê hevrê Ocalan weke erkeke dad û rêzgirtina ji mafê mirovan re tavilê were berdan. Prof. Dr. Anurada Chenoy û hevjînê wê Dr. Kamal Chenoy jî gotin: “Mîna Gandî û Mandela, Ocalan jî li ber xwe dide. Dema azadbûna Ocalan hatiye.” Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî got, “îro çalakiya me li vir bi dawî dibe, lê wê çalakiyên me li her derê bidomin.”
Çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewrûpayê li ser banga KCDK-E û TJK-E pêk hat.

POLÎTÎKAZAD