ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî xwest her kes piştgiriyê bide şervanên parastina Şengalê û got: “Em ê pîlanên dijmin pûç bikin û em ti carî teslîm nabin.”
Hevserokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî derbarê êrişên dewleta Tirk û hevkarên wê yên li dijî pêşengên civaka Êzîdî de axivî.
Hisên Hecî got, dijmin xwestiye bi hedefgirtina pêşengan civaka wan, dawî li siyaseta wan a xwerêveberiyê û bipêşketina wan bînin û got, “Lê wan nezanî ku her şehîdî bi hezaran şagirt û şopîner li pey xwe hiştine. Ji ber ku şehîdên me şehîdên xeta azadiyê ne û ne şoreşek û ne jî azadiyek bêyî van şehîdan dibe. Em ji bîr nekin ku heta niha pîlan çi navnetewî dibin û çi jî heremî dibin, li ser me û gelê me hene û êriş jî wê hebin. Lê em li vir diyar dikin ku xweseriyek û azadiyek bê berdêl nabe û em hemû ji wan berdêlan re amade ne.”
Hisên Hecî destnîşan kir ku ew li hemberî êrişan bêdeng namînin û got, “Di her kêliyê de em bersiva dijmin didin û bersiva me ya herî xurt ew e ku em şehîdên xwe ji bîr nekin, sazî û dezgehên rêveberiya xweser xurt bikin. Em mil bidin milê şervanên ku niha parastina Şengalê dikin. Em li dijî her pîlana ku li hemberî civaka me were kirin, amade ne ku bersivê bidin. Çawa ku me pîlanên beriya niha têk birin, em ê pîlanên wan ên bên jî pûç bikin. Em ti carî teslîmî dijmin nabin.”