- Dewleta Tirk a ku di doza Kobanê de 6 salan sebir kir da ku dozê veke, niha ecelê dike da ku dozê zû bi dawî bike. Endamê berê yê desteya rêveber a HDP´ê ev rastî li rûyê heyeta dadgehê xist: Hûn çima niha ecele dikin?
Endamê Desteya Rêveber (MYK) a berê ya HDP'ê Bulent Parmaksiz di doza Kobanê de tê dadgehkirin; wî ji serokê dadgehê pirsî, "Hûn 6 salan li benda vekirina dozê man, çima hûn niha ecele dikin?"
Rûniştina 7’an a Doza Kobanê a ku tê de 21 jê girtî, 108 siyasetvan tên dadgehkirin, doh li Enqerê bi rê ve çû. Rûniştin li Hola Dadgeha Cezayê Giran a 22’yan a Enqereyê, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê çêdibe.
Di rûniştina ewilî de parêzer Zeynep Sedef Ozdogan bal biribû ser parastina miwekîl û parêzeran û gotibû, heke ev doz nebûya, îro hewceyî bi parastineke wiha jî nedibû.
Di rûniştina doh de ewilî ji siyasetvan, endamê Desteya Rêveber a HDP’ê yê berê Bulent Parmaksiz axivî. Parmaksiz ji girtîgeha lê girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Parmaksiz parastin nekir, lê belê hin beyan dan û bal bire ser pirsgirêkên li hepsê. Parmaksiz got, tiştên niha wek binpêkirinên mafan ên li hepsan diqewimin, ji serdemên rewşa awarte jî xirabtir in û di serdemên rewşên awarte de jî kirinên wiha li hepsan nebûne.
Sedema ecela we çi ye?
Parmaksiz got, ji bo vekirina dozê 6 salan ew li bendê mane û wiha peyivî: "Çima hûn niha dilezînin ji bo ku dozê bi dawî bikin? Zext li ser we heye, haya min jê heye. Em nikarin we bi tenê bikin guhenkarê vî sûcî. Hûn jî mexdûrê vê zilmê ne, lê hûn parçeyek ji amûrê zilmê ne jî. Hûn baş dizanin ku ev pêvajo bi vî rengî naçe. Di pergala kapîtalîst a heyî de hiqûq di nava sînorên siyasetê de ye û divê berjewendiyên xwe hesab bike. Lê tiştekî wisa heye ku sînorên qanûnê berfireh bikin.
Îqtîdar bi wan sozan razî bûye. Lê tevlîbûna siyasetê her ku diçe zêde dibe. Hûn nikarin tiştekî ku ji hêla siyasî ve ewqasî xitimiye, bidomînin.”
Çima biryara DMME´yê
bi cih nayê?
Parmaksiz daxuyaniyên rayedarên îqtidara siyasî yên ji bo dozê bi bîr xistin û got, “Armanc tenê ne têkbirina HDP’ê ye, dixwazin di ser me re li muxalefetê bidin. Ev rejîm dixwaze siyasetê li gorî xwe dîzayn bike. Armanca we ya ku hûn dixwazin zû zûka vê dozê bi dawî bikin, ev e. Lê gelo çima hûn ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê bicihbînin, ecele nakin? Dîsa dipirsim, hûn çima 6 salan sekinînin? DMME’yê bi xwe got, daxuyaniya MYK’a HDP’ê azadiya îfadekirinê ye.
Lê hûn vê biryarê bi cih naynin.”
Parêzeran Tahîr Elçî bi bîr anî
Parêzerên dozê di navberdayîna rûniştinê de Tahîr Elçî bi bîr anî û wan got, ew xwedî li mîrateya Elçî derdikevin.
Parêzer li ber Kampûsa Girtîgeha Sîncanê, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê ya ser bi Amedê hat qetilkirin, bi bîr anî. Parêzeran li ber Eywana Rûniştinê ya li Kampûsa Girtîgehê, daxuyanî da.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got, Tahîr Elçî aktorekî girîng ê mafê mirovan bû û ew ê xwedî li mîrateya Tahîr Elçî derkevin.
Serokê Baroya Izmîrê, Ozkan Yucel, Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol, Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses, Serokê Komeleya Hiqûqzanên Hemdem yê Duyemîn Umît Buyukdag, Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Îlknûr Alcan jî gotin, ew ê li ser şopa Elçî têkoşîna xwe ya edalet, mafê mirovan û hiqûqê bi rê ve bibin.
MA/ENQERE