Ji hepsê henaseyek wêjeyî ‘Henaseye Jiyanê’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 2 Çile 2023 - 02:54

Romana nivîskarê di hepsê de Mahîr Bagok a bi navê “Henaseya Jiyanê” derçû.  

Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok a bi navê “Henaseya Jiyanê” ji aliyê Weşanxaneya Na’yê ve hat çapkirin. Pirtûka Mahîr Bagok di refên pirtûkfiroşên Kurdî de cihê xwe girt. Mahîr Bagok ji xeynî romanan helbest û kurteçîrokan jî dinivise. 

 

Mahîr Bagok girtiyê azadiyê ye

Mahîr Bagok di sala 1981’ê de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik dibe. Ji ber xebatên xwe yên têkoşîna azadiyê, ji sala 2005'an ve girtî ye û cezayê muebedê lê hatiye birrîn. Mahîr Bagok heta niha li hepsên bajarê Êlihê, Midyadê, Tokatê, Mêrdînê, Rihayê ragirtî maye û niha jî li Hepsa Manîsayê girtî ye. 

Berhemên Bagok ku berê derketine jî ev in: "Deriyê Sibehê" (Helbest) Weşanxaneya Lîsê 2011, "Pênc Kulîlkên Zivistanê" (Kurteçîrok) Weşanxaneya Lîsê 2012, "Dewsa Ramûsanên Brûskan" (Kurteçîrok) Weşanxaneya Lîsê 2014, "Kefiyên Cihêreng" (Roman) Weşanxaneya Lîsê 2016, "Henaseya Jiyanê" (Roman), Weşanxaneya Nayê 2022. 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.