Ji Helket Îdrîs Abîd ‘Heft Tekstên Şanoyê’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 00:42

Helket Îdrîs Abid, şanoger, derhêner û lîstikvanê ji bajarê Dihokê ku bi salan e bi awayekî çalak li ser sehneyên şanoyê nimayîşan pêk tîne, bi berhema xwe  “Anahîta û Gemîvan-Heft Tekstên Şanoyê” li pêşberî xwînerên kurdî ye. 

Weşanxaneya Avestayê ev pirtûk çap kiriye

Weşanxaneay Avestayê pirtûk bi vî rengî dide naskirin;

“Ev berhem wekî berdewamiya sermiyana pexşana kurdî ya metnên nûjen û nemaze jî ya şanonameyan, dê ji bo mereqdarên qadê bibe berhemeke sûdmend û îlhambexş.

Berhema ji heft şanonameyan pêk tê ku du jê melodrama ne, bi naveroka xwe dibe ayîneya karakterên xwe, jiyana civakî û polîtîk a kurdan. Her wiha lêgerîn û hesreta karakteran a ji bo rabuhiriyê, rabitaya wan a trawmatîk a ligel sînoran, bandora desthilatdariyê ya li ser layenên cuda yên jiyana civakî, rexneya hizrên paşverû û gelek babetên din bi şêwazeke xweser û têrmîzah a nivîskarî têne wegêran.

Nivîskar hema bêje di temamiya metnan de wêneyekî civakî yê reşbîn, tawan û gunehên takekes û rayedaran bi kirasê realîzmeke efsûnî nîşanî me dide û derwazeyê rexneyê vekirî dihêle bo xwînerên xwe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.