Ji Girê Spî heta bi Qamişloyê êriş kir

Duşem 8 Tebax 2022 - 21:21

  • Artêşa Tirk a dagirker doh piştî nîvrojê gundên Cirnik û Til Hemdûn ên ser bi Amûdê ve bi çekên giran tobparan kirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker doh ji Qamişloyê heta bi Girê Spî li ser xeta sînor û bereya şer, êrişê hêzên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, binezasiya sivîl a deverê û gund û malên xelkê deverê kir. Di van êrişan de herî kêm welatiyek birîndar bû û birceke ji bo ragihandin û peywendîdanînê jî hat rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker doh piştî nîvrojê gundên Cirnik û Til Hemdûn ên ser bi Amûdê ve bi çekên giran tobparan kirin. Herdu gund jî nêzî nehiya Topo ya li rojavayê Amûdê ne. Artêşa Tirk a dagirker beriya wê danê sibehê jî gudnên Kerame, Cirnik û Xanîka yên girêdayî bajarokê Topo yê rojavayê navçeyê tobparan kiribû.

Welatiyek birîdar bû

Artêşa Tirk a dagirker doh piştî nîvrojê gundê Til Zîwan ê ser bi Qamişloyê jî da ber topan. Di vê êrişê de ji xelkê gund kesek birîdar bû. Welatiyê birîndar di dema topbaranê de pezê xwe diçêrand.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya nîvrojê jî gundewarê navçeya Eyn Îsayê û gundewarê kantona Girê Spî ya dagirkirî topbaran kirin.

Ji ber topbarana dagirkeran beşek ji burcê ragihandin peywendîdanînê yê li Zirganê hilweşiya. Ev birc li ser taxa Xerbî ya navçeya Zirganê ya kantona Hesekê bû û xisareke mezin li burcê bû.

Gir Top topbaran kirin

Doh danê sibehê dagirkeran gundê Gir Top ê li rojhilatê bajarê Qamişlo topbaran kir. Topbaranê doh sibehê saet 07:00`an dest pê kir.

Agahiyên li ser windahiyên canî nehatin bidestxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.